DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Ligel qeyûm xizmet didome

 
29 Îlon
09:11 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Ligel gefa tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î li ereziyên aydî şaredariyê ji bo gel vedike û koperatîfan vedike, piştgiriyê dide aboriyê.

AKP'ê piştî ku qeyûm tayînî li 25 şaredariyên DBP'î kir xebatên rêveberiyên herêmî kêm bûn lê ligel vê yekê jî şaredarî xizmetê dibin gel. Şaredayia Akdenîzê ya Mêrsînê ereziyên şaredariyê ji gel re vekir û bi vî rengî koperatîfa jinan û koperatîfa giştî vedike. Alîkara Hevşaredarên Akdenîzê Sebahat Gençtarîh Cebe diyar kir ku ew ji bo xizmetê bidin gel derketine rê. Cebe bilêv kir ku gelek ereziyên şaredariyan hene ev bi taybetî ji aliyê kesan ve tê kirêkirin lê armanca wan wekî şaredarî avakirina koperatîfên hilberînê û xizmetdayîna gel e.

Rêveberê dê bi civînên gel ve bên diyarkirin

Cebe da zanîn ku xebat dê rojên pêş de bi civînên gel ve bê destpêkirin û şaredarî dê ereziyan ji gel re veke, koperatîfekî jinan û yekî giştî ava bike, endezyarên şaredariyê jî ji bo çandiniyê dê piştgiriyê bidin welatiyan.

Cebe bilêv kir ku ew ê bi civînên gel ên il taxan pêk bînin ve dê rêveberiya koperatîfê ava bikin û piştre jî têkîldarî koperatîfê xebatên xwe bidomînin, di çarçovye xebatan de jî ew difikirin ku nane, ekînesya û melîsa û hwd. bên çandin. Cebe got ku armanca wan ew e ku keda mirovan neyê xwarin û di jiyana ekolojîk de bijî, di heman demê de debara xwe bike.

Cebe da zanîn ku bi vî xebatê jin dikarin xwe bêhtir tevlî jiyanê bikin û wiha axivî: "Divê jin di warê aboriyê de azadiya xwe bi dest bixin. Jin li ser ereziyên xwe xwedî gotin bin û bi vî rengî kêm be jî dê di warê aboriyê de azad bin." Cebe herî dawî anî ziman ku ew ê di çarçoveya daxwazên gel de xebatên xwe berfirehtir bikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN