'Hesabê Babê bi pêşeroja Helebê ve girêdayîye
HATAY (DÎHA) - Lêkolînerên Rojhilata Navîn Bereket Kar diyar kir ku di tevgera dagirkirinê ya ku Tirkiye bi komên selefî yên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ve pêk tîne beriya operasyona Babê ku îhtimal heye bê kirin, hewl dide sînorê Efrînê dorpêç bike û anî ziman ku hesabên El Babê girêdayî pêşeroja Helebê ye.
Tevgera dagirkirinê ya Tirkiyeyê ku di bin navê "Mertalê Firatê" daye destpêkirin û bi rêxistinên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) yên wekî Feylak'uş Şam, Tugaya Sultan Murat, Tugaya Hamza, Nureddîn Zengî, Ehrar El Şam û El Nusrayê her wiha yên nêzî wî Ahrar El Şarkkiye, Şoreşgerên Marê, Sukur Cebel û Suvvar Tel Rifatê ve da destpêkirin piştî dagirkirina Cerablus û El Raiyê niha jî li xeta Azez û Marê li sînorê Efrînê didome. Tirkiye ya ku bi tevgera dagirkirinê ve çavê xwe berdaye Babê û komên ku bi OSO'yê re ne pirsgirêkên di navbera wan de derket hate îdiakirin ku hin ji wan dê rojên pêş paşve vekişin û ji ber vê yekê jî hewl tê dayîn ku van koman qanî bikin.
'Plana guhertina demografyaya Cerablusê'
Lêkolînerê Rojhilata Navîn Bereket Kar diyar kir ku Tirkiye li dijî DAIŞ'ê neketiye Sûriyeyê û ev derketiye holê, Tirkiye hewl dide ku şerê di navbera xwe û PKK'ê de li Rojava bidomîne. Kar anî ziman ku li Tirkiyeyê jî bi hezaran kadroyên ku ji aliyê hêzên selefî ve hatine perwerdekirin hene û ev ji bo Tirkiyeyê bûne barekî, ji bo ku van hêzan bibin deverên din tê tevgerandin. Kar bilêv kir ku li hemberî êrîşên rejîma Sûriyeyê komên tirkmen ên ku nikarin li çiyayê Tirkmen xwe biparêzin jî li sînorê Tirkiyeyê tên girtin ev kom piştî ku tevgera dagirkirinê dest pê kir şandine xeta Cerablusê û bi vî rengî tê xwestin demografyaya wê derê bê guhertin.
Kar anî ziman ku piştî ku Federasyona Sûriyeyê hat îlankirin, Tirkiye naxwaza Kantona Efrînê bi kantonên din re bibin yek ji ber ve yekê jî asteng dike. Kar got ku di çarçoveya geşedanan de di navbera Tirkiye Rûsya û Amerîkayê de peyman hatiye kirin û ji bo vê jî opsiyon dane Tirkiyeyê, di esasê xwe dejî niyete Tirkiyeyê ya Babê dagir bike tuneye, di çarçoveya opsiyona hatiye dayîn de heke Tirkiye rê nede Rûsyayê nikare tevbigere. Kar da zanîn ku hesabên ku Tirkiye dike di qada navneteweyî de derbasdar nîne, hesabên têkîldarî Babê girêdayî pêşeroja Helebê ye, li herêmê Amerîka, Rûsya, Îran û bidehan dewlet alî ne.
'Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike'
Kar destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku bi hêzên destê xwe ve bi piştgiriya hewayî ya Amerîkayê ve beriya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hemleyê Babê bidin destpêkirin tedbîran bigire û bi vî rengî Tirkiye dixwaze herêma di navbera Bab û Efrînê de dagir bike. Kar herî dawî got ku pêvajoya li Sûriyeyê roj bi roj xeteretir dibe û bal kişand li ser hevdîtinên Cenevreyê ku PYD jî di nav decih bigire.
(sa)