DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li dijî girtina Malên Gel wêneyên xwe şewitand

 
29 Îlon
09:09 2016

ÊLIH (DÎHA) - Li dijî girtina Malên Gel ên Şaredariya Êlihê Wênesaz Ramazan Îlten ê ku wek dersa wêneyan dida kursiyeran bi şewitandina tabloyên xwe girtina malên gel û tayînkirina qeyûmê şermezar kir.

Wênezas Ramazan Îlten ê ku bi salane li Malên Gel ên di bin banê şaredariya Êlihê de ku ji aliye qeyûmê ve hatin girtin, dersa wêneyan dide şagirtan li dijî tayînkirina qeyûmê û girtina Malên Gel çalakiyake bi wate li darxist. Îlten bi şewitandina wêneyên xwe ya li ber Mala Gel a Musa Anter hemû pêkanîn li dij şaredariyên DBP’ê şermezar kir. Îlten xemgîniya xwe li hember girtina Malên Gel bi çalakiya pêk anî da nîşandan. Îlten diyar kir ku bi girtina malên gel dê xebata xwe nede rawestandin û wiha got: “Di serî de li Navenda Çanda Mizgîn (NÇM) em ê li hemû qadan xebatên xwe bidin meşandin.”

‘Girtina Malên Gel tirsa li hember hûnerê ye’

Îlten destnîşan kir ku girtina Malên Gel tirsa li hember xebatên hûnerî ne û wiha got: “Qeyûm ji ferasetk kor re xizmetê dike. Li Malên Gel ji bilî faliyetên hûnerî û çandî tu xebat nedihatin meşandin. Gel li taxan bi hûnerê dihat cem hev û çanda xwe nas dikir. Tene li vir xebatên hûnerê dihat meşandin.”

‘Me bi dehan şagirt mezûn dikir’

Îlten da zanîn ku wan li Mala Gel a Musa Anter qursên bêpere didan bi dehan xwendekaran û wiha axivî: “Me her sal li van qursan bi dehan şagirt têdigihand. Mirov li virê qabîleyeta xwe ferq dikirin. Her wiha Malên Gel alîkariya aborî ji dida ciwanên ku xwe ji bo ezmûnên qabîleyetê amade dikirin.”

‘Em ê dîsa vegerin’

Îlten anî ziman ku bêyî tu hincet bê nîşandan girtina Malên Gel li dijî hemû xebatên wan bêrêzî hatiye nîşandan û ev tişt got: “Me bi şewitandina wêneyên xwe ku avêtibûn erdê li gel xwendekarên xwe li ber Mala Gel vê rewşê şermezar kir. Lê em ê bila baş dizanibin em ê dîsa bizivirin vir. Em ê li ser cihê tablo şewitandinê bi xwendkarên xwe re pêşengehê vekin.”


Îlten anî ziman ku ew ê dev ji xebatên xwe bernede û dê xebatê xwe li NÇM’ê bidomîne û got ku ew ê xwendekarê xwe û hûnerê bigîhîne hev.

(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN