Park li kurdan hat qedexekirin!
ÎZMÎR (DÎHA) - Li Menemenê şaredariya CHP’î ku wek projeya “anor” li taxa Asirlikê Golparkê vekirina wê pêkanî bi qefleyan derî da girtin û çûyîna parke ya welatiyên kurd a li taxa Asirlikê da astengkirin.
Li Îzmîrê pêkanîn cudakariyê ya li taxên kurdan berdewam dikin. Beriya niha li taxa Asirlikê ya Menemenê gelek xizmetên civakî ji ser kurdan hatin qutkirin, vê carê jî çûyîna kurdan a parkan tê astengkirin. Golparka li taxa Asirlikê ku ji aliyê şaredariya Menemenê ya CHP’ê ve hat çêkirin û vekirina wê wek “anor” pêkhat bi qeflekirinê û tabeleya “Ketina qada şantiyê qedexe ye” ya bi derî ve hatiye daliqandin ji çûyîna welatiyên kurd re hat qedexekirin. Ji ber ku derê aliyê malên kurdan hat qedexekirin, welatiyên kurd neçar in ku kîlometreyek rê bimeşin û biçin parkê. 30 hezar nifûsê taxê heye û ji bilî vê parkê tu park û cihek şînahî tune ye.
Beriya park bê çêkirin li vê qadê di gola hebû de nêzî 40 zarok tê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Bajarokê Asirlikê di sala 2009’an de wek tax bi navçeya Menemenê ve hatibû girêdan.
'Park ji ber sedemên siyasî hat girtin’
Welatiyê bi Abdulnasir Ozdemîr yê ku li taxê esnafiyê dike destnîşan kir ku ev rewşa tê jiyîn neheqî û cûdakariyek mezin e û got ku mafê wan ji aliye şaredariyê ve tê desteserkirin. Ozdemîr got ku pêwîste her kes ji parkê feydeyê bibîne. Ozdemîr anî ziman ku keyayên taxan jî li hember rewşê nerazîbûna xwe naynin ziman û got ku park ji ber sedemên siyasî hatiye astengkirin. Ozdemîr diyar kir ku pêwîste gel jî li hember vê rewşê bertek nîşan bide û wiha got: “Derî li ber me ye em nikarin bikevin parkê. Meşa me ya kîlometreyek a ji bo parkê nayê qebûlkirin.”
'Dibêjin em we naxwazin’
Welatiyê bi navê Maşallah Ayguz jî bilêv kir ku ev park ji bo welatiyên li navenda Menemenê dijîn hatiye çêkirin û wiha pê de çû: “Bi salan bû em diçûn derdora golê. Lê niha kirin park nahêlin em biçin û derî li me hatiye girtin. Pir aşkere dibêjin em we naxwazin. Em jî bertekên xwe tînin ziman. Pêwîst bike em ê wir boykot bikin û piyê xwe jî navêjinê.”
(bg)