DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Hilberînên ji axê tên dibe çavkaniya debarê

 
29 Îlon
09:06 2016

DÊRSIM (DÎHA) - Hilberînên ji projeya bostanan ku ji aliyê Midûriyeta Polîtîkaya Jinan a Şaredariya Dêrsimê ve ji bo jin bi axê re bigihîn hev hat çêkirin tên bidest xistin li malbatên xizan tên parvekirin û jin debara xwe pê dikin.

Xebatên projeya ji bo jin bi axê re bibin yek a ku ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Dêrsîmê ve hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya vê projeye de eraziyê bi riya “Rizabûn” a ku di çanda elewîtiyê de girînge hat sitendin jinan li ser 15 donim erazî veguherandin bostanan. Li vê bostanê hilberînên sebze yên organik ku tên bi dest xistin ewil li kesên pêdiviya wan pê hebe tên belavkirin û pişt re li malbatan tê parvekirin. Hilberînên zêde ku dimînin bi erzanî li bazaran ji bo îstîhdama jinan bi buhayê erzan tên firotin. Her wiha ji bacanê sor ku li ber tavê di bi bandor dibin jî salçe û sos tên çêkirin û firotin. Bacanê sor, îsot, fasulî, xiyarên zêde ku dimînin jî ji bo zivistanê tên hişkirin. Her roja ku diçe eleqeya jinan li hember kar zêde dibe.

'Gihandina jin û axê girîng e’

Jina bi navê Besîme Gunal a ku bi dildarî li bostan dixebite diyar kir ku ew tê bostan têra pêdiviyê xwe kom dike û dibe. Gunal anî ziman ku gihandina jin û axê gelek girînge û wiha got: “Lê kes naxwaze pêmijûl bibe. Dema ev fersendê dibinin tên vir. Ez dixwazim hemû jin bi axê re bigîhîn hev û çandiniyê bikin. Bila aboriya xwe bi axê re qezenç bikin û ji malbatê xwe re bibin destek. Lê jinên niha xam in û bi axê re dan û sitendina wan nîne.”

Tovan ji bostanê hildide

Gunal da zanîn ku ew gelek tovên sezbezeyan li gel ji bo salên pêş vedişêre û wiha axivî: “Ez bi serê xwe çandina 3 doniman dikim û diçinînim. Ez bi vî 3 donimê hemû pêdiviyên xwe pêk tînim û debara xwe pê dikim. Ez van sebezeyan ji bo tirşînê û zivistanê hişk dikim. Ez jê konserve û sos jî çêdikim. Ji bilî vê ez li derdora xwe û xizmên xwe jî parve dikim.”

(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN