Konca: Riya çareseriyê yekitiya kurdan e
ENQERE (DÎHA) - Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca têkîldarî serdana wan a başûrê Kurdistanê got ku wan der barê yekitiya neteweyî de hevdîtinên erênî û girîng pêk anîne û jibilî yekitiyê tu şans û tercîha kurdan nîne. Konca got ku divê demildest yekîtiya netewî ya kurdan bê avakirin.
Heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de, parlamenterên HDP'ê Besîme Konca, Nadir Yildirim, Osman Baydemîr, Celal Dogan û Îmam Taşçier pêk hat di 22-25'ê îlonê de çûn serdana başûrê Kurdistanê. HDP'ê li wir bi Serokê PDK'ê Mesut Barzanî, Serokwezirê Heremê, partiyên siyasî ên wekî Goran, YNK û gelek derdorên din re hevdîtinên girîng pêk anî. Piştî serdana HDP'ê herî zêde "yekîtiya kurdan" hat meraqkirin û çavê kurdan li ser vê hevdîtinê bû. Ji şandeyê Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca derdarê serdanê de pirsên DÎHA'yê bersivand.
* Armanca çûyîna we ya başûrê Kurdistanê û pêkanîna hevdîtinan çi bû?
Wekî HDP û partiyek mafên hemû gelên Rojhilata Navîn diparêze ev demek dirêje xwesteka me ya çûyîna Başûrê Kurdistanê hebû. Ji ber ku ev demek dirêje li Rojhilata Navîn bi taybet jî Rojava û Bakurê Kurdistanê şerekî taybet tê meşandin. Me jî peywira xwe pêk anî û em çûn ji bo hin nirxandinan me Başûrê Kurdistanê ziyaret kir. Em wekî partî ji bo azadiya gelan siyasetekî demokratîk dimeşînin. Armanca hevdîtina me ji bo netewbûyîna çar perçeyên Kurdistanê bû. Derveyî vê dewletên emperyalîst û serdest Başûr ji bo xwe kirine hedef. Divê ku baş bê zanîn Başûr ji bo siyaseta kurd û serkeftina gelê kurd cîhekî girîng e. Ji ber vê yekê me nirxandinên pêşeroja Kurdistanê, yêkitiya kurdan û Rojhilata Navîn kirin.
* Nêrîn û bertekên aliyên partiyên ku we hevdîtin pêk anîn çawa bûn?
Em wekî HDP li hemberî hemû êrîş û zordariyên dewletê siyasetekî demokratîk dimeşînin. Partiyên Başûr ji bo siyaseta me ya demokratîk kêfxweşiya xwe anîn ziman. Wekî tê zanîn li Başûr 5 partî di parlementoyê de siyasetê dikin. Hêviyên hemû partiyan qeyrana aborî û jiyanî ya ku li Başûr tê jiyîn bê çareserkirin e. Ji ber vê yekê jî divê parlementoya ku salak e girtî bê vekirin û ev pirsgirêk bên çareserkirin. Her wiha bi taybet partiyên wekî YNK û Goran ji bo girtina parlementoyê rexneyên xwe li PDK'ê kirin û rexnedayînên xwe dan û gotin ku ew ji bo çareseriya pirsgirêkan qels mane. Bi rastî bertekên wan ji bo siyaseta HDP'ê erênî bûn. Digotin hûn siyasetekî demokratîk dikin û em ê wekî partiyên Başûrê Kurdistanê heta dawiyê li cem ve bin û piştgiriyê bidin siyaseta we ya demokratîk.
* We du caran bi birêz Mesud Barzanî re hevdîtin pêk anî, gelo hevdîtinên we dê dîyalog û yekitiya di nava kurdan de xurt bike?
Em hemû baş dizanin tiştên ku niha li Rojhilata Navîn û bi taybet Rojava diqewimin tiliya Îran, Sûriye, Rûsya û Amerîka jî tê de ye. Armanca dewletên serdest her tim berjewendî ne. Ji ber vê yekê divê ku em neyên vê lîstika dewletên serdest. Her wekî din ji bo siyaseta Rojhilata Navîn rola PDK'ê pir girîng e. Çar parçeyên Kurdistanê dizanin ku em di demek dîrokî de derbas dibin. Tirkiye, Îran, Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe her tim dixwazin kurdan perçe bikin û li çar perçeyên Kurdistanê berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji ber vê yekê jî me 2 caran pêwistiya hevdîtinan bi birêz Barzanî re dît. Gelê kurd berxwedanekî dîrokî dide meşandin, divê yên ku pêşengtiya siyaseta kurd dikin rol û rista xwe bilîzin. Ji ber vê jî niha şûn ve em ê çar perçeyên Kurdistanê bi rêya civîn û hevdîtinan daxwazin gelê kurd nîqaş bikin.
* Gelo hevdîtinên ku we kirin dê rê li pêşiya Kongreya Netewî veke?
Bi rastî biryara Kongreya Netewî di sala 2013'an de hatibû girtin. Wê demê hinek kêmasî dereketin holê û ev biryar negihîşt armanca xwe. Wê demê PDK'ê rist û rolek mezin lîst. Lê dîsa encam negirt. Êdî ev 2013 nîn e. Gel û partiyên siyasî di vê ferqê de ne. Ez dikarim bibêjim ku êdî em ê ji bo Kongreya Netewî bi biryar têdikoşin û em dev ji vê biryarê bernadin. Ji bo na vê jî divê her partî rol û rista xwe bi serkeftî bilîzin û nakokiyên ku niha tên jiyîn çareser bikin. Ji bo serfiraziyekî dîrokî ya Kurdistanê yekêtî pêwîst e. Yan em ê rûreşî binbikevin an jî em ê bi serfirazî û rûmetî pêşengiya vî gelî bikin û serbikevin.
* Ji bilî hevdîtinin bi birêz Barzanî re we bi partiyên YNK û Goran re jî hevdîtin pêk anîn, nirxandinên wan partiyan ên hevdîtinê çawa bûn?
Herî zêde bertekên erênî hebûn. Partiyên ku me ji wan re hevdîtin kir gotin em bawerin ku ev hatina we dê ji bo me bibe çareseriya pirsgirêkan. Partiya Goran partiya 2'yemîn a ku di hilbijartinan de deng girtî ye. Serokatiya parlementoyê yek jî di destê partiya Goran de ye. Rexne û xemgîniya wan a girtina parlementoyê hebû. Dema parlemento vekirî ji bo Şengalê, Kobanê û ji bo dema êrîşî Mexmûrê hat kirin parlementoyê ristek girîng lîst. Dema hilbijartinên 7'ê hezîranê partiya Goran û YNK'ê bi awayekî vekirî alîkariya me kirin. Lê ji ber ku îro parlemento girtiye rexne û xemgînî hene û dibêjin em nikarin siyasetekî demokratîk bidin meşandin û ji bo pirsgirêkan bibin çareser. Daxwaza wan bû ku hemû partî mil bidin hev û ji bo jiyana gelê Başûr dest bi rêyên çareseriyê bikin. Hêviya hemû partiyan a herî girîng jî ew bu ku pêşmerge, hêzên YPG, YPJ û YPŞ mil bidin hev û li hemberî DAÎŞ û hêzên din ên ku bi awayekî çetevarî li hemberî gelê kurd êrîşan dikin parastinê bikin. Partiyên serdest her tim dixwazin hêzên kurd bînin li hemberî hev û di navbera wan de pirsgirêk derbikevin. Ji bo na vê jî hemû partiyan xwest ku hêzên kurd bibin yek û neyên lîstikên dewletên desthilatdar. Ger hêzên kurd û siyasetmedarên kurd ji bo berjewendiyên xwe gav neavêjin hêzên desthilatdar tu caran ji bo berjewendiyên kurdan çi xebat û alikariyan nakin. Tekane çareserî yekitiya siyaseta demokratîk a kurdan e.
* Gelo ev hevdîtinên we dê ji bo yekêtiya kurdan encamên çawa derbixe holê?
Gelek pirsgirêk hene û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî tekane rê yêkitiya kurdan e. Dibe ku çareserkirina pirsgirêkan demek dirêj bigire. Lê ev pirsgirêk dê bi yêkitiya kurdan ve bên çareserkirin. Divê beriya her tiştî demildest ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku niha li Başûr jî tên jiyîn parlemento vebe. Niha cihê ku biryarên civakî û siyasî tên girtin parlemento ne. Ji ber vê yekê jî ger em bixwazin siyasetek dem dirêj û demokratîk bikin, divê em pêşiya siyasetê vekin. Gelê Başûr niha hem ji aliyê jiyanî hem jî aborî di nav tengasiyên mezin de ye. Ger em bixwazin çar perçeyên Kurdistanê bi rêya siyasetek demokratîk hebûna xwe berdewam bike tekane çareserî yêkitî ye. Sekna birêz Barzanî ji bo çareseriya van pirsgirêkan, Kongreya Netewî, yêkitiya kurd û siyaseta navneteweyî girîng e. Ez bawerim ku dê siyasetmedarên Başûr ji bo yêkitiya kurdan di demek nêz de gavên dîrokî biavêjin. Her wiha em ê bi yêkitiyek xurt siyaseta serdestan a qirêj a ku li hemberî gelê kurd didin meşandin bêencam bihêlin.
(fd/sg/bg)