DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Eleqeyek mezin ji bo şîrê keran heye

 
29 Îlon
09:04 2016

ÎZMÎR DÎHA) - Li navçeya Torbaliyê beriya 5 salan bi 3 keran çewlîka şîr hat avakirin. Li ser daxwaza zêde hejmara keran derxistin 40’î.

Li taxa Çapak a Torbaliya Îzmîrê cotkarê bi navê Abdullah Arslan beriya 5 salan çiftlixa keran da avakirin. Şîrê keran ku tê hilberandin di termosê taybet de ên şîşeyan de tê parastin lîtreya wê 80 TL’yî difiroşe. Arslan niha hejmara keren xwe derxistiye 40 hebî û bi pergala sîparîşan dixebite û her roj nêzî 4,5 lître şîr bi dest dixe. Şîrê kerê ji nexweşiyên wek penceşêr, astim û bronşît re dibe derman. Her wiha ev şîr ji nexweşînên wek alerji, sîstema dehandin û dil re feyde ye. Li Ewropayê jî ev şîr ji bo krem, sabûn û şampuanê tê bikaranîn.

'Daxwaza şîrê keran gelek heye’

Aslan diyar kir ku wî beriya 5 salan dest bi vî karî kriye û got ku xwedîkirina keran gelek zehmet e. Aslan da zanîn ku piştî ker dizên heta 8 mehan şîr didin û got ku ew roj kîloyek şîr ji keran didoşe. Aslan anî ziman ku ew eleqedarbûna bi sewalan re gelek hez dike û wiha got: “Em xwedikirina keran bi pûte dikin û em li êmê wan baldar in. Her roja ku diçe mişteriyên me zêde dibin û daxwaza şîr zêde ye.”

'Şîrê keran ji bo dermankirinê baş e’

Aslan destnîşan kir ku rêjeya rûn û kazeina şîrê keran ji şîrê dewaran kêmtir e û got ku ji ber rêjeya kêm dehandina vê şîrî gelek hêsan e. Aslan ev tişt got: “Şîrê keran ji bo tenduristiyê gelek başe û zanîst jî li ser vê disekine. Li Rojava zarokên alerjiya wan ji şîrê dewaran re heye, di şûna şîrê dewaran de şîrê keran bikar tînin. Ji bo xwedîkirina zarokan û dermankirinê tê bikaranîn.”

(bg)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN