ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Navçeya Nisêbînê çawa ku di salên 1990’an de yekem car pêşengî ji çalakiyên berxwedana gel re kir, piştî 25 salan dîsa li hember dewletê serî danenî û di pêvajoya berxwedana xwerêveberiya xweser de ji bajaran re pêşengî kir. Qedexeya ewil a di 1-6’ê cotmeha 2015’an de li Nisêbînê hat îlankirin salek li pey xwe hişt. Piştî vê qedexeya ewil her ku çû li Nisêbînê berxwedan mezin bû û bi berxwedana xwe di nav rûpelên dîrokê de cih girt.
* Li Amedê di şûna mamosteyên ji kar hatin dûrxistin mamosteyek bi pere ku hat bicihkirin (!) ji navê xwendekarê bi navê Biryar hez nekir û navê Biryar guherand û navê hevalê xwe yê polîs ê bi navê Ramazan lê kir. BI DÎMEN E
* Li navçeya Torbaliyê beriya 5 salan bi 3 keran çewlîka şîr hat avakirin. Li ser daxwaza zêde hejmara keran derxistin 40’î. BI DÎMEN E
* Li Menemenê şaredariya CHP’î ku wek projeya “anor” li taxa Asirlikê Golparkê vekirina wê pêkanî bi qefleyan derî da girtin û çûyîna parke ya welatiyên kurd a li taxa Asirlikê da astengkirin. BI DÎMEN E
* Li dijî girtina Malên Gel ên Şaredariya Êlihê Wênesaz Ramazan Îlten ê ku wek dersa wêneyan dida kursiyeran bi şewitandina tabloyên xwe girtina malên gel û tayînkirina qeyûmê şermezar kir. BI DÎMEN E
* Bavê Mahsun Nas ê ku di qetlîama Dîlokê de birîndar bû û piştî dermankirina 35 rojan jiyana xwe ji dest da Naîm Nas diyar kir ku polîsên îfadeyên wî girtine jê re ev tişt gotine: “Li Dîlokê 18 bombeyên zindî hene û ji 200 kîloyî zêdetir teqmenî jî heye.
* Lêkolînerên Rojhilata Navîn Bereket Kar diyar kir ku di tevgera dagirkirinê ya ku Tirkiye bi komên selefî yên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ve pêk tîne beriya operasyona Babê ku îhtimal heye bê kirin, hewl dide sînorê Efrînê dorpêç bike û anî ziman ku hesabên El Babê girêdayî pêşeroja Helebê ye.
* Şerê li Kurdistanê û piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan binpêkirinê mafan zêdetid bû û rewşe girtiyên nexweş jî her diçe girantir dibe.
* Ciwanên ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a piştî hevdîtina bi birayê xwe re da nirxandin diyar kirin ku divê rayedan peyamê baş binirxînin û wiha gotin: "Peyam wekî ku nêrdewana dikare bibe çareseriyê ye."
*Rojnameger Ertugrul Mavîoglu yê ku ji ber tevlî kampanyaya "Gerînendetiya Giştî ya Weşanê ya Nobedar" a ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin bûye dê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadgehê. (10.00) BI DÎMEN E
* Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê ji bo ku OHAL bê rakirin dê li ber Postexaneya Navendî ya Mêrsînê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Li Wanê malbat ji bo ji peywir girtina kedkarên perwerdehiyê şermezar bikin dê li ber Dibistana Seretayî ya Ferît Melen daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Ji ber ku mamoste tuneye dê ders neyê dîtin. (13.00) BI DÎMEN E
POLÎTÎKA
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca têkîldarî serdana wan a başûrê Kurdistanê got ku wan der barê yekitiya neteweyî de hevdîtinên erênî û girîng pêk anîne û jibilî yekitiyê tu şans û tercîha kurdan nîne. Konca got ku divê demildest yekîtiya netewî ya kurdan bê avakirin.
JIN
* Hilberînên ji projeya bostanan ku ji aliyê Midûriyeta Polîtîkaya Jinan a Şaredariya Dêrsimê ve ji bo jin bi axê re bigihîn hev hat çêkirin tên bidest xistin li malbatên xizan tên parvekirin û jin debara xwe pê dikin.
ABORÎ
* Ligel gefa tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î li ereziyên aydî şaredariyê ji bo gel vedike û koperatîfan vedike, piştgiriyê dide aboriyê.