Li Girtîgeha Şirnexê îsyan derket! - HATE NÛKIRIN
ŞIRNEX (DÎHA)- Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji ber ku ev demeke dirêje bi malbat û parêzerên xwe re nikarin hevdîtinê bikin li girtîgehê şewat derxistin û îsyan pêkhat. Di şewatê de girtiyek jiyana xwe ji dest da.
Li Şirnexa ku “qedexeya derketina kolanan” hêj berdewam dike, li Girtîgeha Tîpa T a Şirnex girtiyan ji ber ku ev bû demek dirêj nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin çalakiya şewitandinê li dar xistin û îsyan derxistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin ji ber şewata derket li girtîgehê girtî jehrî bûne û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li girtîgehê rewşa awarte û şewat berdewam dike. Ji ber şewatê girtiyek navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê girtî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li girtîgehê îsyan û berxwedana girtiyan didome.
Girtîgeh: Ji ber trafo şewat derket
Li aliye din parêzerên bi têlefonê bi girtîgehê re hevdîtin pêkanîn, rayedarên girtîgehê ji wan re wiha gotin: "Şewat ji ber ariza teknîkê derkitiye."
(kom/bg)