10 televîzyonên muxalîf hatin reşkirin - DEQEYA DAWÎ
ENQERE (DÎHA) - Di nav de ku televîzyonên kurmancî û dimilkî jî weşanê dikir hebûn 10 TV di çarçoveya KHK’ê de ji aliyê TURKSAT’ê ve ekrana wan hat reşkirin.
Operasyonên hikûmetê ya di bin navê “Têkoşîna li dijî darbeye” xwe gihand televîzyonên muxalîf. Qenalên Hayatin Sesî TV, Azadî TV, Jiyan TV, Van TV, TV10 û Zarok TV di nav de weşanên 10 televîzyonan di çarçoveya Biryara Qanûna di Hûkmê de (KHK) weşana wan a li ser peyka TURKSAT’ê hatin derxistin û weşan hatin reşkirin.
Heta niha rêveberiya televîzyonan daxuyaniyên fermî nekirine. Li gor3i agahiyên Endamê Lîjneya Bilind a Telîzyon û Radyo (RTUK) Îlhan Yerlîkaya daye biryar girtina televîzyonan di çarçoveya KHK’ê hatiye girtin.
Hat hînbûn TV’iyên hatin girtin dê di rojên pêş de bînin rojeva RTUK’ê.
Ozgur Gun TV jî hatibû girtin
RTUK’ê berî niha jî gelek caran li van qenalên da girtin cezayê cûda birî bû.
Beriya niha jî di çarçoveya pêkanîna KHK’ê de weşana Ozgur Gun TV û gelek televîzyonên nêzî cematê jî hatibûn girtin.
(bg)