Elmasê YPS'yî li gundê xwe yî li sînorê Kobaniyê hat definkirin
RIHA (DÎHA) -Cenazeyê Îbrahîm Elmas (Laşer Sûrûç) ê YPS'yî yê ku di 22'yê îlonê de di pevçûna li Dêrika Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li gundê xwe yê li sînorê Kobaniyê hat definkirin.
Cenazeyê Îbrahîm Elmas (Laşer Sûrûç) ê YPS'yî, yê ku di 22'yê îlonê de di pevçûna li Taxa Mazîdagê ya Dêrika Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe yî li sînorê Kobaniyê hat definkirin. Cenazeyê Elmas yê ku malbata wî li Qoserê ew teşhîs kir, pêşî anîn Pirsûsa Rihayê.
Li vir bi sedan welatî cenaze pêşwazî kirin û paşê bi konvoyekê cenaze birin gundê Zehwanê yê li sînorê Kobaniyê. Li têketina gund cenazeyê Elmasî, hat wergirtin û li ser milan bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehit namirin", "Ey şehit xwîna te li erdê namîne" heta goristanê hat veguhastin.
Piştî wecîbeyên olî, Elmas li ber "Çerxa Şoreşê" hat definkirin.
Di merasîma cenazeyî de Xanim Yavûzel, dayika Mehmet Yavûzel ê ku li Cizîrê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da jî cih girt. Yavûzel li dijî kesên ku dengê xwe didin AKP'ê bertek nîşan da û wiha got, "Em dê negirîn. Em dê li pêşberî we negirîn. Ev ciwanên me dikevin bin axê. Berprisiyarê vê dewlet e. Berpirsiyarên vê AKP'yî ne."
Pişt re Rêveberê MEYA-DER'ê Halîl Çay jî axivî û anî ziman ku Îbrahîm Elmas şehîdê gelê Kurdistanê ye. Çay wiha axivî: "Îbrahîm ji bo her çar perçeyên Kurdistanê bigihên hev û ji bo jiyaneke azad ava bike, ket bin axê. Em dê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Pirsûs bûye diyarê şehîdan."
Piştî merasîma li goristanê, gel çû Mala Şînê ya Mûstafa Dag.
(red)