DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li Mêrsînê karkerên barkêşiyê dev ji kar berdan

 
28 Îlon
11:34 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Li Mêrsînê karkerên neqliyeyê, bi daxwaza zemê û şert û mercên wan î kar baştir bibin dev ji kar berdan.

Li Mêrsînê karkerên ku di fîrmayên barkêşiyê (neqliye) de dixebitin, bi daxwaza şert û mercên karê wan baş bibe û mûçeyên wan bên zêdekirin, dev ji kar berdan. Bi sedan karker, bi wesayîtên xwe yî barkêşiyê li ser Rêya Kûrdeliyê civiyan. Karkeran anî ziman ku berê wan û xwediyên fîrmayan yewmiye bi 80 lîreyî li hev kiribûn û dest nîşan kirin ku ev heqdest têra wan nake û nikarin pê debara xwe bikin, ji ber vê jî wan biryara çalakiyê daye. Xwediyên fîrmayan jî piştî biryara çalakiyê, bi karkeran re hevdîtineke kurt pêk anîn.

Piştî hevdîtinê, xwediyên fîrmayan soz dan ku ew dê daxwaza karkeran bînin cih û anîn ziman ku ew dê paşê ji bo çareseriyê bi karkeran re hevdîtineke din pêk bînin. Li ser soza xwediyên fîrmayan, karker li wesayîtên xwe yî barkêşiyê siwar bûn û çûn ser karê xwe.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN