DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji bo jinan 'atolye' hat vekirin

 
28 Îlon
09:15 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î ji bo îstihdamkirina jinan "Atolyeya Tekstîlê" vekir.

Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î ya Mêrsînê ji bo ku jin bêhtir bên dîtin şaredartiya jinê esas digire bi Jinên Ciwan ên Rahijmend û EKOJIN'ê re ji bo jinan qada îstihdamê ya nû vekir. Di çarçoveya projeyê de ji bo jinan atolyeya tekstîlê hat vekirin. Jinên ku ji kursên li malên taxan mezun bûn di vî atolyeyê de dest bi hilberînê kirin.

Hevşeradara Akdenîzê Yuksel Mutlu diyar kir ku wan sozên ku dema hilbijartinan dane gel bi cih anîne û wiha got: "Me ji bo tiştekî ku nikarin bikin soz neda gel. Îro em sozên ku didin gel bi cih tînin û bi vî rengî pêş ve diçin."

'Em dixwazin hişmendiya zayendî pêş bikeve'

Mutlu destnîşan kir ku ew bi projeya "Atolyeya Tekstîlê" ve jin tevlî hilberînê dibin û wiha axivî: "Em bi vî projeyê ve tenê pêşketina jinan a di qada aboriyê de esas nagirin. Di heman demê de dixwazin jinên ku xwe nas dikin, pirsgirêkên xwe ve ew bixwe mijul dibe, xwe ji nû ve diafirîne û hişmendiya zayendî pêş bişe hedef digirin."

'Dê şaredartiya dostê jinan e bidome'

Mutlu derbirî ku jinên ku bi hevre xebatê dikin piraniya wan ji jinên ciwan pêk tê ev jî ji bo wan gelek avantaj e, jinên ku dixebitin bi pirsgirêkên welat re jî eleqedar dibe. Mutlu bilêv kir ku derfetên wan kêm be jî dê şaredartiya dostê jinan e bidomînin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN