DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

KESK li dijî pêkûtiyan dadikeve qadan

 
27 Îlon
12:44 2016

ENQERE (DÎHA) - KESK'ê bi beşdarbûna gelek sendîkayan bernameya çalakiyên xwe aşkera kir.

Li Enqereyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Yekîtiya Mulkiyeyiyan Enqereyê bi beşdarbûna gelek sendîkayên girêdayî KESK'ê bernameya çalakiyên xwe yên pêşerojê aşkera kir.

Beriya ku bername bê aşkerakirin Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose axivî û got ku ji ber ku KESK aştî, demokrasî û kedkariyê diparêze her tim hedef tê girtin. Kose da zanîn ku KESK li hemberî hemû êrîş û zordariyên hikûmetê tu caran serî netewand û ev tişt anîn ziman: "KESK her tim hedef tê girtin. Ji ber ku KESK ne tenê mafê 3 milyon kesên kedkar, mafê demokrasî, aştî û hemû karker û kedkaran diparêze hedef tê girtin. Lê li hemberî hemû zordarî û êrîşên dijmirovî KESK dê her tim mafê gelan biparêze û tu caran teslîmî desthilatdariyan nabe."

Kose piştî axaftina xwe bernameya çalakiyên ku dê hemû bajaran bidin destpêkirin aşkera kir.

Bernameya çalakiyên KESK'ê wiha ye:

" * 29'ê Îlonê Roja pêncşemê dê çalakiyên me li hemû qadan dest pê bikin.

* Ji bo ku mafê kesên ku ji karê xwe hatin dûrxistin û avêtin li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê dê çalakiyên me bê navber bidomin.

* Her wiha em ê 29'ê îlonê heta 15'ê mijdarê di hemû meydanan de standa belavokên bi şiyara "Em ê xwedî maf û pêşeroja xwe derbikevin, Em ê vê êrîşê bê encam bihêlin" vekin û van belavokan hemû qadan û meydanan de belav bikin.

* Em ê di 1'ê mijdarê midarê de daxûyaniyê bidin çapemeniyê.

* Di 5'ê mijdarê bi vesîleya Roja Mamosteyan a Cîhanê bi şiyara "Ji bo hêz û demokrasiya civakê rêz bidin mamosteyên xwe" bi beşdarbûyîna gelek endamên sendîkayê li ber deriyê Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî çalakiya rûniştinê bikin.

* 2, 6,7 Û 8'ê mijdarê bi taybet bajarên ku zêde mamoste lê hatin dûrxistin em ê civînan li dar bixin.

* Em ê 10'ê mijdarê bi boneya Qetlîama Enqereyê li hemû bajaran çalakiyan li dar bixin û gulên aştiyê belav bikin.

* Di 12'yê mijdarê de dê li hemû bajaran endamên sendikayên girêdayî me nji bo ku rewşa awarte bê rakirin dê derbikevin rê û dê di 15'yê mijdarê li Enqereyê bin."

Herî dawî Kose ev tişt gotin: "Roj roja xwedî derketina nirx û mafê gelan e. Roj roja têkoşînê ye. Em ê ji bo jiyanek nû ya demokratîk û aştiyê yekitiya xwe mezin bikin û em ê bi ser bikevin. Werin xwedî ji mafê xwe yê demokratîk derbikevin û teslîmî desthilatdariyê nebin."

(fd/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN