DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Yekemîn kovara derûnînasiya kurdî derket

 
27 Îlon
12:15 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kovara pêşî ya Derûnnasiyê ya Kurdî derket. Kovar di hejmara xwe ya pêşî de li mijarên zarok, şer û trawma rawestiya.

Kovara Derûnnasiyê ya bi navê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya pêşî ji weşanên J&J derket. Kovar ji 72 rûpelan pêk tê û ji bo mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê hatiye weşandin. Di kovarê de nivîsên bi zarayên kurmancî û dimilkî hene. Di hejmara pêşî de mijarên zarok, şer û trawma cih digrin. Di kovarê de derûnnas, profesor, doktor, mamoste, nivîskar û akademîsyenan li ser psîkolojiyê nivîsandine.

Di nivîsa ddîtorya ya kovarê de wiha tê gotin; Qonaxa ku em tê re derbas dibin, mixabin qonaxake şer e. Di vê qonaxê de her roj gelek bûyerên nebaş diqewimin. Bi hezaran mirov ji ber van bûyeran an dimirin an jî birîndar û koçber dibin. Ji ber vê yekê tendirustiya derûniya mirovan dikeve xetereyê. Bi taybetî di van qonaxên wisa de herî zêde zarok dikevin bin bandorên xetereya şer. Di vê rewşe de gelek pirsgirêkên derûnî rû didin: Trawma, stres, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û hwd. Ji ber vê sedemê me xwest ku bi taybetî mijara hejmara yekem derheqê trawmayê û bandora wê ya li ser derûniya zarok û ciwanan be. Bi vî awayî me xwest ku van nexweşiyên trawmayê û rêyên çareseriyê bidin nasîn.

Rêveberên Kovarê diyar kirin ku ji her çar mehan carekê wê kovar hejmarên xwe nû bike. Çi kesên ku bixwazin kovarê dewlemendtir bikin dikarin li ser e-maîla kovarê nivîsên xwe bişînin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN