Alk. Doç. Ustundag: Di cîhanê de lêgerîna azadiyê mezin e
YASİN KOBULAN / NECLA DEMÎR
STENBOL (DÎHA) - Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Alk. Doç. Dr. Nazan Ustundag, bal kişand ser mutabakata Dolmabahçe û diyar kir ku di cîhanê de mînaka wekî vê mutabakatê tune ye. Ustundag, anî ziman ku di cîhanê de lêgerînek mezin a azadiyê heye û hêzên dixwazin vê azadiyê têxin bin kontrola xwe hene.
Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Alk. Doç. Dr. Nazan Ustundag a bi lêkolîn û cerebeyên xwe yên cîhanê tê nasîn û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest di nava heyeta Çavdêriyê de cih bigire, destnîşan kir ku "Protokola Dolmabahçeyê" di cîhanê de mînaka herî ber bi çav e. Ustundag, têkildarî Heyeta Çavdêriyê ku piştî hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat rojevê Heyeta Çavdêriyê nirxand. Ustundag, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Peyama Ocalan û banga aştiyê ya Ocalan carek din nişan da ku kê ev pêvajo xera kiriye. Dîsa nîşan da ku kî alîgirê şer û kî alîgirê aştiyê ye."
'Pêvajoya aştiyê bi neynûkan kola'
Ustundag, anî ziman ku Ocalan pêvajoya aştiyê bi neynûkan kola ye û kedek gelek mezin daye û wiha berdewam kir: "Lê wekî ku em texmin dikin dewletê got dê Heyeta Çavdêriyê biçe Îmraliyê, lê heyeta Çavdêriyê neçû Îmraliyê. Ji ber dewletê Heyeta Çavdêriyê neşand Îmraliyê pêvajoya şer dest pê kir. Peyama Ocalan gelek girîng û watedar e. Ev peyam dê bersîv bigire an bersîv negire wekî her kesî fikarên min jî hene.
'Çar Lingên Heyeta Çavdêriyê heye'
Ustundag, li ser wate, girîngî û rola Heyeta Çavdêriyê ya di Muzakere û pêvajoya çareseriyê de rawestiya û wiha got: "Çar piyên Heyeta Çavdêriyê hene. Berî her tiştî rola Heyeta Çavdêriyê pêvajoyê hêsan bike. Xala duyemîn a girîng divê pêvajoyê zelal bike û aloziyan ji holê rake. Dîsa ji bo çareseriyê hemû aliyên çareseriyê tev li vê pêvajoyê bike. Dîsa di heman demê de dê şahidê pêvajoyê be. Ji niha û şûnde tiştên ku bên axaftin dê hemû beşên civakê eleqeder bikin. Ji ber ku dê li pêş şahidan pêk bê. Dê pêvajoyê hêsan bike. Dîsa xala herî dawî jî dê pêvajoyê bişopîne û venêrtinê bike. Mijarên ku hatine îmzekirin û soza wan hatiye dayîn pêk tên an pêk nayê dê bişopîne û lêpirsîna wan bike. Dê her dem agahiyan kom bike û ji aliyan re paropê binivîse. Dê hem qada neteweyî û hem jî qada navneteweyî agahdar bike. Em Heyeta Çareseiyê û Çavdêriyê dîrokî û jiyanî dibînin û qîmetek mezin diden vê heyetê. Neçûna Heyeta Çavdêriyê ya Îmraliyê biryardayîna xelaskirina pêvajoya çareseriyê bû. Ji ber ku bi rastî jî Mutabakata Dolmabahçe, mutabakatek jiyanî û dîrokî bû. Di cîhanê de mînaka wê tune bû. Dê li Tirkiye hemû pirsgirêk li gorî pîvanên edaletê çareser kiribûya. Li ser esasê wekhevî, edalet avakirina nû hatibû sazkirin. Ger ku ev bi awayekî fermî têketa meriyetê dê di qada civakî û siyasî de pêngavek nû bida destpêkirin. Mijara ku di qada civakî siyasî, meclîs û saziyên civakî de bihata niqaşkirin dê her tişt ronî bikiraya. Ji bo ku ev mutabakata dîrokî têketa meriyetê tenê şertek hebû. Ew jî avakirina Heyeta Çavdêriyê bû. Lê ev daxwaza Ocalan nehat bersivandin û pêvajo hat xerakirin. AKP'ê ev daxwaza biçûk pêk neanî û pêvajoya çareseriyê xera kir. Ez difikirim ku AKP'ê Heyeta Çavdêriyê ji bo xwe talûke dît. Ji ber vê yekê ev Heyeta Çavdêriyê veto kir. Neçûna Heyetê bû sembola xelaskirina pêvajoyê.
Ustundag, bal kişand ser peymana aştiyê ya Kolombiye û gerîllayên FARC'ê û wiha got: "Hêj bi encam nebûye, lê heta niha erênî pêş dikeve. Ger ku di pêvajoya pratîkêde pirsgirêk derkevin jî ez bawer dikim ku ev mutabakat dê bi ser bikeve.
Piştî biryara şer peyv hat guhertin
Ustundag, anî ziman ku piştî Tirkiye li dijî PKK'ê û gelê kurd biryara şer da û şûnde gotinên wê yên der barê PKK'ê û kurdan de hat guhertin û wiha got: "Li şûna wekî ku muxalif be wekî 'terorizm' bi nav dike. Heyeta Mirovên Aqilmend berê li Afrika jî hatibû avakirin û li Filipinê jî hatibû avakirin. Lê piştî heyet red kirin li dijî daxwaza aştiyê biryaraşer dan. Li dijî vîna kurdan û hêza kurdan a çekdar peymana aştiyê red kirin û dîsa vegeriyan gotinên 'terorizm' ê.
Ustundag, da zanîn ku di pêvajoya şer û kuştin zêde be hêzên sivîl ji navberê derdikevin û diyalog û muzakere zahmettir dibe û çareserî jî dijwartir dibe.
Ustundag herî dawî destnîşan kir ku ji bo aştiya civakî pêş bikeve di qada herêmî de jî zêde ked nayê dayîn û zor li navendê nayê kirin.
Ustundag, destnîşan kir ku kesên azadî û aştiyê dixwazin ji her demê bêtir in, lê hêzên serdest dixwazin vê daxwaza aştî û azadiyê di kontrola xwe de pêş bixin.
(mae)