DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Arat Karagozyan: Tovê dewletê li Sûrê şîn nabe

 
27 Îlon
09:16 2016

BÊRÎTAN ÎRLAN

AMED (DÎHA)
- Serokê Komeleya Ermeniyan Arat Karagozyan, li dijî xerakirina Sûrê bertekê xwe anî ziman û diyar kir ku nîşaneyên li ser kevirên Sûrê aşkere dike ku ev war ê kê ye û kî li vir jiyaye. Karagozyan, destnîşan kir ku dê li Sûrê qet tovê dewletê şîn nebe.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ji 2'ê kanûna 2015'an ve "Qedexeya derketina kolanan" didome. Hemû xweşikî û dîrokiya Sûrê bi makîneyên kar tê xerakirin. Cihên dîrokî yên ku bi çekên giran hatîn ruxandin, niha jî di bin navê "restorasyonê" ji bo alîkarên AKP'ê tê pêşkêşkirin. Her rayedarek AKP'ê ku Amedê bi daxuyaniyên sosret diyar kirin ku dê Sûrê bi mîmariya Osmanî û Selçûkiyan ji nû ve bê avakirin. Lê bi daxuyaniyên rayedarên AKP'ê re her ku diçe li Sûrê mal û şûnwarên dîrokî tên hilweşandin. Di nav van cihên dîrokî de Dêrên Ermenan jî hene û tên xerakirin.

'Tovê Sûrê em in ne ew in'

Li hember xerakirina şûnwarên dîrokî yên Sûrê Serokê Komaleya Ermeniyan Arat Karagozyan bertek nîşan da û bersiv da daxuyaniyên rayedarên AKP. Karagozyan diyar kir ku ev saleke li Amedê komkujiya mîmariyê tê kirin û wiha got: "Ji nexşê ser kevirên Sûrê diyar dibe ku kî li Amedê jiya ye. Niha dibêjin em ê li ser nexşê 'Osmanî û Selçûkî' çêbikin. Lê li Amedê kurd, ermen, suryanî, keldanî û ermenî jiyan e. Ev kirin ji dara gûzê hirmî komkirine. Lê tovê ku ew dixwazin biavêjin Sûrê şîn nabe."

'Di arşivan de tapuyên ermeniyan hene'

Karagozyan destnîşan kir ku dema gelê ermenî ji aliyê Osmaniyan ve hat qetilkirin û koçkirin tapuyên malên wan bi awayek bê hiqûqî li hev hat parvekirin û wiha axivî: "Lê qeydên tapuyan di arşîvên me û arşîvên navnetewî de hene. Em dizanin û ji bîr nakin. Eger her çendî komkujiyek pêkanîne jî, bila rêzê ji mîmarî û çanda ermaniyan re bigirin. Lê diyar e bi vê polîtîkayê dixwazin ermenî û çanda wan ji binî ve tune bikin."

'Dê Amed giringiya xwe winda bike'

Karagozyan bi lêv kir ku ji xwe li ser hemû cihên dîrokî navê gel û mîmaran nivîsiye û wiha pêde çû: "Eger înşayek bi heq û hiqûq bê çêkirin, dê hemû reng di nav de hebin. Yan jî dê Amed giringiya xwe ya dîrokî winda bike."

(bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN