Qeyumê li Sûrê ji bilî xizmeta zewacê hemû xizmet rawestand
AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê ya Amedê ku îkdîdara AKP'ê bi hinceta "xizmeta gel nake" qeyûm tayînî Şaredariya DBP'ê kir, li şûna xizmeta binesazî û civakî bide gel, hemû serwîsên xismetê rawestan û tenê xizmeta zewacê tê dayîn.
Îktîdara AKP'ê di 11'ê îlonê de qeyûm tayînî 24 şaredariyên DBP'ê kir. Navçeya Sûrê jî piştî tayînkirina qeyûmê deriyê wê li gel hat girtin. Niha pêşiya avahiya şaredariya Sûrê bi barîkatên polîsan hatiye pêçan û hatiye desteserkirin. Piştî qeyûm hat dayînkirin deriyê Sûrê hem li gel hat girtin û hem jî li xizmeta gel hat girtin. Qeyûma hat tayînkirin hem deriyê xwe li gel girt û hem jî xizmet ji ser gel qut kir. Dewletê ku 10 mehan gel di taxan de mahkum kir, niha jî b riya qeyûmê dixwaze xizmetê ji ser gel qut bike û gel ceza bike. Gelê Sûrê ku malê wan hat xerakirin û zexîreyên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hat talankirin dema ji bo alîkariyê serî li Şaredariya Sûrê didin jî serlêdanên wan tên redkirin. Şaredariyê hemû xizmeta civakî, binesazî û tenduristiyê girt. Qeyûma ku hat tayînkirin tenê xizmeta zewacê dide. Tenê midûriyetên zabita, paqijî û beşê zewacê dikarin kar bikin, ji bilî wê hemû xizmetên şaredariyê hatin rawestandin.
(bî/mae)