DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Berxwedana xwerêveberiyê salek li pey xwe hişt

 
27 Îlon
09:10 2016

AMED (DÎHA) - Li navçeya Bismilê berxwedana xwerêveberiyê salek li pey xwe hişt. Li navçeyê di dema berxwedanê de 4 caran "qedexe" hat îlankirin, 8 kes hatin qetilkirin.

Li Kurdistanê hêzên dewletê ji bo ku berxwedana xwerêveberiyê û daxwaza gel a xwerêveberinê asteng bikin qedexe îlan kirin û bi sedan mirov hatin qetilkirin, bi milyonan mirov ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Ligel êrîşên hêzên dewletê li Cizîr, Sûr, Farqîn, Bismil, Nisêbîn, Gever û li gelek deverên din berxwedana ku gel nîşan da derbasî dîrokê bû. Li navçeya Bismilê ya Amedê jî jî berxwedana xwerêveberiyê salek li pey xwe hişt.

Li navçeya Bismilê di dema berxwedana xwerêveberiyê de 4 caran qedexe hat îlankirin di qedexean de 2 jê zarok 8 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Ewil di 8'ê îlonê de li 4 taxan qedexe hat îlankirin, piştî rojekî hatibû rakirin. Di 27'ê îlona 2016'an de jî piştî qedexeyê Elîf Şîmşek a 8 salî, Berat Guzel ê 12 salî, Numan Kurtdîş ê 22 salî û Agît Yildiz ê 20 salî hatibûn qetilkirin. Qedexeya duyemîn di 28'ê îlonê de bi şev hatibû rakirin. Di 29'ê îlonê de qedexe hatibû îlankirin heman êvarê saet di 21.30'an de hatibû rakirin. Qedexeya dawî jî di 6'ê cotmeha 2016'an de hatibû îlankirin û di qedexeyê de 4 kes hatibûn qetilkirin.

Zarok hatin qetilkirin

Di qedexeya ku di 27'ê îlono 27'an de hatibû îlankirin li taxa Avaşînê mala malbata Şîkşek hate bombekirin. Di encama bombebaranê de Elîf Şîmşek a 8 salî jiyana xwe ji dest da 5 kes jî birîndar bûn. Dîsa heman rojê Agît Yildiz ê 22 salî yê li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Zarokê bi navê Berat Guzel û Numan Kurtdîş jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Di qedexeya mu cara çaremîn hate îlankirin de jî Dogan Înce Şehmus Duşerge, Bîlal Bozkurt û welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn hatin qetilkirin.

Gel paşve gav neavêt

Rêveberê DBP'ê yê Bismilê Mehmet Şakîr Demîr ê dema berxwedanê de li navçeyê bû şahidiya xwe ya ji bo berxwedanê vegot. Demîr anî ziman ku gel li hemberî êrîş û qedexeyê li ber xwe dane û gel bi berxwedanê xwedî li pêvajoyê derketine, ligel hemû êrîşan jî gel li dijî êrîşan paş ve gav neavêtine.

Demîr wiha axivî: "Gelê Bismilê berxwedan nîşan daye û ji bo Cizîr, Sûr û Nisêbînê jî çi ji destên wan hatiye kirine. Daketin kolanan, piştevaniya xwe nîşan da. Bismil cihê ku Sêvê Demîr mezin bûye. Sêvê çawe ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe da û canê xwe da gelê Bismilê jî ew ji bîr nekir û ji berxwedanê hêz girt û li ber xwe da. Li Bismilê 8 hevalên me şehîd bûn lê berxwedaneke mezin nîşan dan. Mîrateyeke mezin hiştin ji bo gelê Bismilê. Em ê tu caran têkoşîna wan ji bîr nakin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN