Hilberînerên îsotê zirar dikin
EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê hilberîner û firoşkarên îsotan beramberî keda xwe nikarin bigirin.
Li Edeneyê hilberînerên îsotan bi zehmetiyên mezin axê diçînin lê îsotên ku hildiberînin heqa keda xwe nikarin bigirin.
Li herêma Çukurovayê îsal bendewariya ku dê baran zû bibare qelîteya îsotê xist, cotkarên ku heqê keda destê xwe nikarin werbigirin diyar kirin ku zirar kirine. Cotkarê bi navê Koray Ozcan diyar kir ku îsal buhayê îsotê pir kêm û buhayê beriya çend salan e, îsotên ku hildiberînin bi maliyeta wî difiroşin.
'Li gorî salên borî hilberin ji sedê 50 kêm bûye'
Ozcan bilêv kir ku ew ji bo îsotê ku li donimek erezî diçînin di nav bera hezar û 500 TL 2 hezar TL de pere qerc dikin û wiha axivî: "Li gorî salên borî hilberîn daketiye ji sedê 50'an. Li zeviyê kîloya îsot 50-60 quruşan tê firotin li bazarê jî di navbera 70- 1 Tl tê firotin. Bi vî rengî em lêçûnên xwe jî nikarin bi cih bînni. Xwerî alîkarê cotkaran be. Tiştekî bê gotin tuneye. Rewşa me li holê ye."
'Em zirarê dikin'
Cotkarê bi navê Ahmet Ruştu Dere jî da zanîn ku buhayên îsotan yê beriya çend salan e û hilberînerên îsotan zehmetiyê dikişînin û niha nikarin lêçûnên xwe jî bi cih binîn. Dere wiha got: "Bi barîna baranê ve qelîte û buha dê bikeve. Ji ber vê rojên zehmetir li pêşiya me ye."
Cotkarê bi navê Esat Kattarmiş jî anî ziman ku bi hilberîna îsotan ve debara malbata xwe dike û wiha axivî: "Ji ber ku me îsot çandiye niha kom dikin. Li bazarê buhayê îsotê gelekî kêm e. Niha em zirarê dikin."
(sa)