Mamoste akademiyên alternatîf vedikin
KOCAELÎ (DÎHA) - Mamosteyên ku ji ber ku îmze avêtin belavoka aştiyê rastî lêpirsînê hatin û bi KHK'an ve jî ji zanîngehê hatin durxistin sibehê li Îzmîtê akademiyên xwe yên sivîl vedikin. Hindekar Kuvvet Lordoglu got ku ew çirûskê pêdixin dibe ku ev veguhere agirekî.
Akademîsyenên Zanîngeha Kocaeliyê (KOU) ku ji ber ku gotin ew ê nebin parçeyekî şerê li Kurdistanê û bi sernavê "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" îmze avêtin belavoka Akedemîsyenên ji bo Aştiyê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji zanîngehê hatin avêtin. 19 akademîsyenên ku diyar kirin zanist tenê ne li zanîngehan li hemû derên ku gel lê dijîn berdewam dike ji bo pêşketina zaninstê sibehê akademiyên xwe yên sivîl li Navenda Çandê ya Sabanci vedikin.
Ji akademîsyenên ku ji KOU'yê hate avêtin Prof. Dr. Kuvvet Lordoglu diyar kir di bin avêtina wan a ji zanîngehê hesabên cuda heye û wiha got: "Di destên me de jibilî texmînan tiştekî din tuneye. Ez difikirim ku rêveberiyên herêmî bandorê li zanîngehan dike."
'Perwerdehî bûyerekî dualî ye'
Lordoglu bilêv kir ku ew naxwazin ji perwerdehî û zanistê qut bibin û ji bo vê yekê dixwazin akademiyê ava bikin, perwerdehî tenê di nava diwarê zanîngehê de nîne. Lordoglu destnîşan kir ku bi KHK'an ve tenê ji qada cemaweriyê tên durxistin û wiha axivî: "Dema ku bi KHK'an dibêjin me, we ji qada cemaweriyê dur xistiye me nikarin ji vî fonksiyonê jî bigirin. Ji ber ku yên ku van agahiyan didin em in, bûyer yek alî nîne. Bûyerekî dualî ye. Ya din jixwe dê bibe dogma."
'Em çîrûskekî pêdixin dibe ku veguhere agir'
Lordoglu got ku zanîngeh bi sîsteme jiberkirinê nêzîkî xwendekaran dibe û perwerdehî bi vî rengî pêş nakeve û wiha berdewam kir: "Dê li kursiyê mamoste bibêje hin jê guhdar bike, not bigire, roja azmûnê jiber bike û bikeve azmûnê. Ev perwerdehî, perwerdehî nîne. Divê di perwerdehiyê de armancake dualî hebe." Lordoglu bilêv kir ku ew ê bi akademiya ku ava bikin vê armnac dikin ku vê yekê xira bikin. Lordoglu wiha got: "Dê kesên ku meraq û eleqeya wan heye bên akademiya me. Bi wan kesan re nîqaş dê baştir be. Dibe ku em nikaribin cihanê biguherînin lê ji bo ku ev mirov agahiyan bi kar bînin bêhtir dê belav bibe."
Lordoglu got ku Îzmît cihekî girtî ye ew li vir çîruskekî pêdixin dibe ku ev piştre veguhere agirekî.
Banga piştevaniyê
Lordoglu destnîyan kir ku akademiya ku ava bikin seziyekî sivîl e û dê bi dildarî bê pêşxistin bi bandora li ser hev gav bavêjin, akademiya ku li ser esasê dildarî yê dê bêhtir sudewar be. Lordoglu got ku divê hemû kesên ku dixwazin agahiyan parve bikin di nava vê de cih bigirin, piştevaniyê bidin.
(sa)