Di nobeta azadiyê de peyama Alpay hat ragihandin
STENBOL (DÎHA) - Di 10'emîn Nobeta Azadiyê ya ji bo rojnamegerên girtî li pêş Girtîgeha Bakirkoyê tê lidarxistin de peyama Nivîskar û Endama Lîjneya Şêwirê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay hat ragihandin. Alpay, di peyama xwe de xwest ji bo aştî û demokrasiyê destê xwe bidin hev.
10'emîn Nobeta Azadiyê ya ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameyê Înan Kizilkaya, Nivîskar û Endamên Lijneya Şêwirê yên Rojnameyê Asli Erdogan û Necmiye Alpay li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê berdewam kir. Di nobetê de pankartên "Ramana azad nayê bêdeng kirin" û "Asli, Necmiye, Zana, Înan ne bi tenê ne" hatin vekirin. Akademîsyenên Ji bo Aştiyê Kivanç Ersoy, Esra Mungan, Muzaffer Kaya, Meral Camci nûnerên Tevgera Hezîrane ya Hevpar (BHH), endamên EGAM), şair Ataol Behramoglu, Rojnameger Banu Guven û gelek kesên din amade bûn.
Alpay: Ji bo aştî û demokrasiyê dest bidin hev
Parêzerê Necmiye Alpay Adîl Demîrcî ku li girtîgehê bi Alpay re hevditin kir peyama Alpay ji raya giştî re ragihand. Demîrcî, peyama Alpay a ji bo aştî, demokrasî û edaletê dest bidin hev û têkoşîna xwe mezin bikin parve kir.
Rojnameger Banu Guven jî xelata Rûmetê ya Pêşbirga Musa Anter ku diyari Asli Erdogan û Necmiye Alpay hatibû kirin teslîmî Nobedarê Azadiyê kir û wiha got: "Ew nûnertiya gelek tiştan, nûnertiya aştî, wîcdan dikin. Ew parazvanên nirxên mirovahiyê ne. Bedena wan girtî ye, lê ruh û mejiyên wan ne girtî ye.
Seroka EGAM'ê Benjamin Upton jî anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin aştiyê îro di vê nobetê decihê xwe digirin.
Akademîsyena Ji Bo Aştiyê Prof. Dr. Esra Mungan jî anî ziman ku di van şert û mercan de kesên li derve jî her çend serbest bin di heman demê de kesên girtî ne û xwest aştiya civakî mezin bikin û pêş bixin.
Nûnerê BHH'ê yê Bakirkoyê Fethiye Kizmaz jî anî ziman ku heta rojnamegerên girtî serbest bên berdaw ew dê nobeta xwe berdewam bikin.
Ataol Behramoglu jî wiha got: "50 sal berê dema ez girtî bûm Necmiye name ji min re şandibû. Niha Necmiye girtîye vê carê ez ji bo piştgiriya wê li vir im. Em dê ji bo aştiyê heta dawî di ber xwe bidin."
Nobet piştî axaftinan bi dawî bû.
(mae)