Li dijî noqteya leşkerî çalakî: Herî kêm 6 leşker mirin
26 Îlon
17:40
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê di navbera herêma Çelê Nimêja û Girê Mizgeftê li dijî noqteya leşkerî çalakî pêk hat li gor agahiyan herî kêm 6 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin danê nîvro li dijî noqteya leşkerî ya di navbera herêma Çelê Nimêja û Girê Mizgeftê ya Şirnexê de çalakî pêk hat. Di çalakiya ku gerîlayên HPG'ê pêk anî de herî kêm 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û gelek leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê gelek wesayîtên leşkerî sewqî herêmê hatine kirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin leşkerên birîndar rakirina Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê.
(kom/no)