DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Silopiya mamosteyek hat girtin

26 Îlon
16:39 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Silopiya mamosteyê Egîtîm Senê Haşîm Kaplan bi hinceta tevlî grevê bûye hat girtin.

Beriya 2 rojan leşkeran bi ser mala mamosteyê Egîtîm Senê Haşîm Kaplan yê li taxa Cumhuriyetê ya Silopiya Şirnex de girtin û ew xistibûn bin çavan. Piştî 2 rojan Kaplan derket pêşberî dozgeriyê û dozger bi daxwaza girtinê Kaplan sewqî dadgehê kir. Dadgeha Silopiya bi hinceta Kaplan di 29'ê Kanûn 2015'an li Rihayê tevlî grevê bûye biryara girtina wî da. Kaplan piştî îfadeya li dozgeriyê li dadgehê bi hinceta, tevlî greva mamosteyê ku ji bo Cizîrê di 29 berfenbar 2015'an pêk anîn bû ye hat girtin.


Hat hînbûn ku Kaplan birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

(kom/no)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN