Bêyî venêrîna nasnameyan têketina şaredariyê qedexe ye
RIHA (DÎHA) - Li Pirsûsa Rihayê girseya ku xwest li dijî qeyûman meşekê li dar bixe, rastî astengiya polîsan hatin.
Li ser birayara Navenda Giştî ya DBP'ê ya ku dê her duşem li dijî qeyûman çalakî bên lidarxistin, îro li Pirsûsa Rihayê di vê baregehê de lidarxistina van çalakiyan dest pê kir. Li ser vê yekê, welatiyan xwestin ji ber avahiya DBP'a navçeyê heta şaredariya navçeyê bimeşin, rastî astengiya polîsan hatin û wek hinceta biryara walîtiyê nîşandan. Têkildarî vê rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredarên Pirsûê Halîl Akbaş û Nazli Bînîcî jî di nav de, li avahiya DBP'a navçeyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
Hevşaradarê Pirsusê Halîl Akbaş di civînê de derbareyê vê biryarê de axivî "OHAL, qeyûm û KHK derhuqûqî ne û em wan nasnakin. Şaredarî bi awayekî dagirkeriyî hatiye dorpçkirin û venêrîna nasnameyan tê kirin. Ya kut ê kirin zilm e. Em dê li hemberî vê, serî netewînin û dê berxwedana me bidome."
Her wiha têkildarî xebatên şaredariyê jî wiha got, "Xebatên me li navçeya DBP'ê bi rêveberiya DBP û xebatkarên şaredariyê didomin. Em qeyûman nas nakin. Em rêveberiya şaredariyê nadin dest qeyûmên despotîk."
(mhy-mp/red)