DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Velî Kuçuk JÎTEM red kir

 
26 Îlon
14:35 2016

ENQERE (DÎHA) - Sazumankarê JÎTEM'ê Velî Kuçuk ku di rûniştina doza Musa Anter û JİTEM'ê de hat guhdarkirin got: "Fermandariya Koma Îstîhbarata a Cendirmeyan û JÎTEM tev li hev tê kirin. Ez tiştekî wisa nizanim" û JÎTEM înkar kir.

Rûniştina doza rewşenbir û nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Musa Anter ku di sala 1992'an de li Amedê hat qetilkirin piştî 21 sal şûnde li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Rûniştina dozê ku 16 bersûcê JİTEM'î hene berdewam kir. Li salonê parêzerên endamên JÎTEM'ê û parêzerên malbata Musa Anter, Kurê Musa Anter Dicle Anter amade bûn. Dîsa Wekîla HDP'ê Besime Konca, doz şopand. Bersûcê Hamit Yildirim ku girtî dê darizandin bi riya SEGBİS'e beşdari rûniştinê bû. Wekîlê malbata Musa Anter Prz. Selim Okçuoglu di rûniştinê de xwest biçin Swêdê û îfadeya Abdualkadir Aygan bistînin. Okçuoglu dîsa xwest dîmen û roportaja rojnaemger Ferhat Unlu û Abdurrahman Şimşek ya li Swêdê pêk anîne wekî delîl bê guhdarkirin û temaşekirin. Hevalê Hamît Yildirim û şahid Ali Karagul jî di rûniştinê de diyar kir ku tu eleqeya wî û bûyerê bi hev tune ye.

Velî Kuçuk: JÎTEM tune ye

Sazumankarê JÎTEM'ê Velî Kuçuk jî ji Stenbolê bi riya SEGBİS'ê wekî şahid beşdarî rûniştina dozê bû. Kuçuk, diyar kir ku wî tenê ji çapemeniyê agahiya der barê kuştina Musa Anter bihîstiye û wekî din agahiya wî tune ye. Kuçuk, der barê JÎTEM'ê de jî got: "Der barê JÎTEM'ê de berê jî li dadehan lêkolîn hat kirin. Tu eleqeya min û JÎTEM'ê bi hev tune ye. Rêxistinek bi navê JÎTEM'ê tune ye. Ez ne di nava wê de me. Bi fermî û zagonî ez di nava Fermandariya Koma Îstîxbarata Cendirmeyan de cih digirim. Piştî demek şûnde ev kom belav bû. Parêzeran têkiliya Velî Kuçuk û Arif Dogan a JÎTEM'ê ji Kuçuk pirsîn. Kuçuk got"Ev Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ye. Agahiya min ji JÎTEM'ê tune ye. Koma Fermandariya Îstixbarata Cendirmeyan bi fermî hat avakirin. Fermandariya Îstîxbarata Komê û JİTEM'ê tev li hev dikin. Arif Dogan dibêje min saz kir. Arif Dogan di nava me de cih negirt."

'Eymur fermandardê min bû'

Kuçuk der barê Kordînatorê MÎT'ê Mehmet Eymur de jî wiha got: "Di sala 1981'an de ez li Nisêbînê fermandar bûm. Wê demê Mehmet Eymur li Mêrdînê di MİT'ê de bû."

Parêzeran bertek nîşan da û diyar kir ku çawa dibe ku agahiya van kesên di nava JÎTEM'ê de cih digire ji JÎTEM'ê tune ye. Prz. Okçuoglu, diyar kir ku bi tevlêbûna SEGBİS'ê darizandinek bi ewle û tenduristî pêk nayê û xwest Velî Kuçuk li salonê bê rûniştinê. Kuçuk der barê Serdar Ahmet Cem Ersever de jî wiha got: "Ez Ersever ji sala 73'an heta niha nas dikim. Agahiyên ji min re dihat min di ajanda xwe de not digirt. Erka min a lêpirsînê tune ye. Agahiyên ku min not digirtin min ji fermandariya giştî re radigihand.

Mahmut Yildirim jî nas nake

Kuçuk, da zanîn ku ew Savaş Gevrekçî jî nas dike, lê nizane kengî û ji ku nas dike. Kuçuk der barê Mahmut Yildirim de jî wiha got: "Kesekî bi navê "Sakalli" dihat naskirin. Xwest di Îstîxbarata Cendirmeyan de bixebite. Ez nizanim li ku di xebitî. Min qet ew nedit" Kuçuk pirsên der barê Ergenekonê de jî red kir.

'Ji bo PKK'ê me ava kir'

Kuçuk parast ku Fermandariya Koma Îstîxbarata Cendirmeyan ji bo kaosan derxe holê. Li ser vê yekê pirsa "We çima JİTEM nepirsî" pirsîn. Kuçuk jî got: "Em îstîxbaratê li cihekî kom dikin û li hezar cihî dimeşînin. Min karê der barê PKK'ê de kir. JİTEM nakeve qada min a peyvirê.

Prz. Oya Aydın jî pirsa "We Fermandariya Koma Îstîxbarata Cendirmeyan di salên 90'î de ava kir. Te got di texaba 91'an de me rakir. Di belgeya ku ji Cendirmeyan a Enqereyê hat 13'emîn Dadgeha cezayên Giran a Enqereyê de hat gotin ku di sala 1987'an de hatiye avakirin û di sala 90'an de hatiye belavkirin. Kuçuk jî bersiv neda û xwest ji Fermandariya Giştî bipirsin.

Rûniştina dozê didome.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN