Hevserokên DBP'ê yê bajaran li Amedê civiyan
AMED (DÎHA) - Hevserokên DBP'ê yên bajaran li Amedê bi serokatiya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Sebahat Tuncel ve kom bû.
Hevserokên DBP'ê yên bajaran û Lijneya Rêveberiyê ya DBP'ê li Amedê bi serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP'e Sebahat Tuncel ve li Amedê kom bû.Di civîna ku têkîlarî pêvajoya siyasî û rewşa rêxistinî nirxandin hatin kirin de Tuncel axivî û bal kişand li ser 10 girtiyên ku li Amedê di Girtîgeha Ulucanlarê de 26'ê îlona 1999'an de hatin xetilkirin bi bîr anî. Tuncel bal kişand li ser mamosteyên ku ji kar hatin durxistin jî û got ku mamoste vê carê bi pêla girtinê re rû bi rû ne.
'AKP qirkirina etnîkî dike'
Tuncel têkîldarî tayînkirina qeyûman jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê gelê kurd û nûnerên wê ceza dikin û wiha berdewam kir: "Ev ya ku AKP dike qirkirina etnîkî ye. Li gorî agahiya ku me girtiye 40 hezar memur jî dê ji kar bên avêtin. Ev encama feraseta ku kurdan sûcdar nîşan dide ye. Li holê lêpirsîn tuneye, biryara dadgehê tune, delîl tuneye. Ev tenê ji ber ku ev mirov kurd in û rêxistinkirîne pêk tê. Em vê yekê qebûl nakin."
Tuncel anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dibêje li hemberî cemeatê operasyonê pêk tîne lê bi dosyayên ku cemaetê amade kiriye ve berê xwe dide kurdan, li Amedê dosyayekî ji 800 kesan pêk tê didin rawestandin, ev dosya cemaetê amade kiriye, dema ku mijar dibe kurd dosya kê amade kiriye ferq nake.Tuncel anî ziman ku li hemberî vê yekê berxwedan mafekî xwezayî ye.
'Muxalefet ketiye pey duvika AKP'ê'
Tuncel li ser pirsgirêkên aborî yê Tirkiyeyê jî rawestiya û anî ziman ku AKP êdî nikare Tirkiyeyê bi rêve bibe. Tuncel destnîşan kir ku Saziya Derecekirina Krediyê, dereceya Tirkiyeyê daxistiye. êrî krîza aborî bêhtir tê dîtin. li welat 6 milyor mirov di sînorê birçîbûnê de ne, betalî her diçê dêzetir dibe, 4 milyon mirov betal in û wiha axivî: "Tekane riya çareseriyê heye. Serokê Kolombiyayê gotina 'aştî serkeftina hemû kesan e. Tiştekî bê kirin gav avêtin e. Lêçûna şer zêdetir e ji aştiyê' bi kar anî. Di vî mijarê de muxalefet ketiye pey duvikê AKP'ê. Bûye parçeya pirsgirêkê. Serokomar AKP, MHP û CHP dîl girtiye. Niha li Enqereyê 2 paketan amade dikin yek ya qanûna esasî ya ji 7 madeyan pêk tê ya din jî HDP'î dê çawa bên girtin. Li qanûna esasî de elewî tunene, kurd tunene, jin tunene 3 beg rûniştine qanûna esasî çêdikin. Dİvê CHP nebe şirîkê vî sûcî."
'Em ê pêşeroja ronî bixwe biafirînin'
Tuncel bilêv kir ku li Rojhilata Navîn bêyî kurdan çareserî nabe û ev yek hemû cihanê dîtiye lê Tirkiyeyê nêditiye û wiha got: "Tirkiye niha welatekî ku bêewlehî ye. Notê wî ketiye. Cihan di şexsê serokomar de li hemberî Tirkiyeyê bi bertek in. Tiştekî ku AKP bide sedsala 21'emîn tuneye. Polîtîkayên li hemberî jinan binêrin. Serokwezîrê vî welatî ji bo jinan ku ji ber şort li xwe kir û rastî êrîşê hat dibêje hûn dikarin bikin pitepit. Êrîşên li hemberî jinan teşwîq dikin. Ev feraset dibêje ku îteatî hevserê xwe bikin. Divê jin îteatî zilaman, kurd îtiatî tirkan bike bi vî rengî çanda îtiat pêş dixin. Divê êdî gelê Tirkiyeyê bêjin êdî bes e."
Tuncel got ku ew serdana HDP'ê ya başûrê Kurdistanê girîng dibînin û hêvîdar in dê ji bo yetîkiya neteweyî bibe wesîleyek. Tuncel bilêv kir ku li pey her tarîtiyê ronahiyek heye û ew ê bixwe pêşeroja ronahî biafirînin, bi hêza xwe ya cewherî ve divê aştiyê bînin Tirkiyeyê.
(sa)