DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin'

 
26 Îlon
09:07 2016

WAN (DÎHA)- Jinên di çarçoveya kampanya KJA'yê ya “Ez li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" de li Wanê xebatê dimeşînin, diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û wiha gotin: "Azadiya me girêdayî azadiya Rêberê me ye."

Kongreya Jinen Azad (KJA) di 5'ê Tebaxa 2016'an de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya Tirkiye starta kampanya "Êz li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" da destpêkirin. Starta kampanyayê li Amedê hat dayîn û li bajarên din belav bû. KJA'yê di çarçoveya kampanyaye de biryar girt ku heta 6 mehan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û axê xebatên cur be cûr bimeşîne. Jinên ku di çarçoveya kampanyayê de li Wanê dixebitin diyar kirin ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin. Jinan bang li hemû jinên Kurdistanî kirin ku kampanyayê mezin bikin.

Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya navçeya Reyâ Armûşê Edibe Babur, diyar kir ku 2 meh berê kampanya hat destpêkirin û 2 mehin xebatan dimeşînin. Bakur, da zanîn ku ew dê heta 4 mehên din xebaten xwe berdewam bikin û wiha got: "Em dixwazin xwe bigînin hemû jinan û hemû jinan bi rêxistin bikin û hişyar bikin. Em dixwazin jinan li dora aştiyê bikin yek. Rêberê me ji bo azadiya hemû jinên cîhanê di ber xwe dide. Em jî dibêjin 'Heta Rêberê me azad nebe em jî azad nabin' Her ku em diber xwe bidin em dê mezin bibin. Dewlet bi xerakirin û talankirinê dixwaze serdestiya xwe bimeşîne. Lê em dixwazin bi têkoşîna xwe ya azadiyê di dilê her kesî de cih bigirin. Ji ber vê yekê em li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevin.


Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUYAD-DER) ya Wanê Aynur Bagiş jî diyar kir ku ji ber OHAL hatiye îlankirin rastî gelek astengiyan tên, lê dîsa ji bo ew kampanyayê bigînin encamê têkoşîn û xebatên xwe berdewam dikin. Bagiş, destnîşan kir ku ew 2 kes jî bimînin dê xebatên xwe berdewam bikin û xwest hemû jin li vê kampanyayê xwedi derkevin û wiha got: "Di şer de herî zêde mafê jin û zarokan tên xwarin. Jin tu carî nebûn aliyê şer. Ne tenê em, hemû jnên cîhanê jî nebûn alîgirên şer. Ji ber vê yekê em tenê bimînin jî me dê têkoşina aştî û azadiyê bidomînin."

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Leyla Duman jî anî ziman ku ji bo kampanya 4 meh mane û xwest di van 4 mehan de bêtir di nava tifaq, yekîtî û hevkariyekê de xebatên xwe berdewam bikin. Duman, da zanîn ku ger hev bi tenê nehêlin dê bi ser bikevin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN