DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Em bi berxwedanê fêrî Jineolojiyê bûn

 
25 Îlon
18:57 2016

STENBOL (DÎHA) - Ji karkera jin ên berxwedêr Fethiye Kizmaz, di "Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî" de diyar kir ku wan têgeh û felsefeya Jîneolojiyê bi berxwedanê fêr bûn û serwext bûn.

Komîsyona Karkerên Jin ên DÎSK'ê, Konfederasyona Sendîkayên Holandayê (FNV) û Weqfa Roza Luksemburg, bi navê "Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî" li Otel Best Western Senaterê konferans pêk anî. Konferans bi sernavê "Jinên berxwedêr" didome. Di konferansê de Sekretera Gişti ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Nûnera FNV'ê Anya Wiersma, Rosa Luksemburg Vakfi Temsilcisi Gokay Akbulut, Rojamegera Feminist Ayşe Dazkan û ji sendîkayan gelek jin amade bûn. Di konferansê de Kara Jin a Berxwedêr Fethiye Kizmaz, diyar kir ku wan têgeha Jineolojiyê bi berxwedanê û di nava berxwedanê de fêr bûn. Di vê beşê de jinên karker û kedkar ên TEDÎ, Sendîkaya Gida-İş, İmece Karkerên Malê, û Sendikaya Devrimci Saglık-İşê cerebeyên xwe parve kirin. Ji 35 karkerên ku 54 rojin li Tuzla di ber xwe didin karkera Tedî Asude Bogakurt, diyar kir ku piştî bûn sendîkavan gelek tişt fêr bûn û got: "Em hêvî dikin ku berxwedana me encam bistîne."

Endama Sendîkaya Belediye-Îşê û karkera Şaredariya Bakirkoyê Fatma Çalişkan jî diyar kir ku 110 rojin têkoşînê dide û wiha got: "Êdî kon bûye mala me. Dijberî neheqiyan divê em bêtir di ber xwe bidin. Zêdetir kar dikeve ser milê me jinan.

'Ez bi berxwedanê fêrî têgeha Jineolojî bûn'

Karkera Şaredariya Bakırkoyê Fethiye Kizmaz ku ji kar hatiye dûrxistin jî anî ziman ku piştî peymana wê qetiya ji kar hat dûrxistin û wiha got: "Ez niha berxwedana xwe li kon berdewam dikim. Ez endama DÎSK'ê me. Em 17 kes in. Jê 16 jin in. Em 111 rojin di ber xwe didin. Ez 50 salî me û em gelek tişt li vir fêr dibin. 4 jin di serdema şîr de ji kar hatin avêtin û jîrê wan qut bû. Heta niha ez li vir di nava berxwedanê de têgeha 'jineoloji' fêr bûm. Min pirtûka Jineolojî stend û ez dê bixwînim.

Karkerên bi navê Gul Nihanoglu diyar kir ku ew bawer dikin ku dê bi têkoşînê encam bistînin. Karkera sendîkayi Sedef Erdal jî diyar kir ku piştî 120 rojan ji kar hat avêtn û 250 rojin di konê berxwedanê de têkoşîna xwe berdewam dike.

Hîndekara Zanîngeha Kocaelî Aynur Ozugurlu jî anî ziman ku ew ji bo mafê xweser têdikoşin û alîgirê aştî û edaletê ne.


Herî dawî wekîla HDP'ê Filiz Kerestecioglu jî anî ziman ku nêviyê cîhanê bi hişmendiya mêr tê birêvebirin nêvîyê cîhanê jî jinên berxwedêr in. Kerestecioglu, xwest di qada siyasetê de jî têkoşîna jinê pêş bixin.

Konferans bi beşa forumê bi dawî bû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN