DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin di 'Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî' de civiyan

 
25 Îlon
15:50 2016

STENBOL (DÎHA) - Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Şemsa Ozer, di "Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî" de diyar kir ku li Tirkiye divê keda jinê tenê di qada kedê de neyê bi sînorkirin û wiha got: "Di serdema AKP'ê de li ser daxwaza kapîtalîzmê bêtir keda jinê bê qîmet dibe û ewlehiya keda jinê namîne. Jin li her derê ji mêr bêtir kedê dide û ewlehiya keda jinê tune ye."

Komîsyona Karkerên Jin ên DÎSK'ê, Konfederasyona Sendîkayên Holandayê (FNV) û Weqfa Roza Luksemburg, bi navê "Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî" li Otel Best Western Senaterê konferans pêk anîn. Di konferansê de Sekretera Gişti ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Nûnera FNV'ê Anya Wiersma, Rosa Luksemburg Vakfi Temsilcisi Gokay Akbulut, Rojamegera Feminist Ayşe Dazkan û ji sendîkayan gelek jin amade bûn. Di konferansê de Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Şemsa Ozer, li ser keda jinê û ewlehiya jinê axivî û diyar kir ku li Tirkiye divê keda jinê tenê di qada kedê de neyê bi sînorkirin û wiha got: "Di serdema AKP'ê de li ser daxwaza kapîtalîzmê bêtir keda jinê bê qîmet dibe û ewlehiya keda jinê namîne."

Ozar anî ziman ku "Keda jinê" û "Debara jinê" ji hev pir cuda ne û wiha got: "Debara jinê karekî ku li hemberî wê heye ya tune ye. Keda jinê jî hilberîn û berhemê hemû mal û milkê ku em ji bo xwe û kesên din tikin e. Ji şuştina firaqên malê heta çêkiria xwarina malê tev keda jinê ye. Dema em behsa ked û ewlehiyê dikin divê em firehî bigirin dest. Divê em tenê li kargeriyê û sînortaya jinê ya li kargeriyê nenerin. Divê em li rewşa jinê ya malê jî binerin. Divê keda jinê ya li malê jî bê dîtin.

'Ewlehî li malê tune ye'

Ozar, destnîşan kir ku li Tirkiye saziyên Îstatîstîkê li gorî niqaşên karê malê û derve yên di navbera mêr û jinê de tê kirin rastî pratîka karê mêr ê 7 saetan û rastî karê jinê yê 8 saetan tên û wiha berdewam kir: "Jin di her qadê de bi saetan ji mêr bêtir dixebite. Bê ewlehî li malê jî heye. Karê jinê li malê ne ewle ye. Mînaka vê yekê jî dema jin bixwaze hevserê xwe berde nikare berde. Ewlehiya wê tune ye. Tenê mirov nikare ewlehiyê bi sîgortayê ve girê bide. Dîsa li kargeriyan mobbing heye."

Ozar, da zanîn ku divê li Tirkiyeyê keda jinan tenê bi bazarê re sînordar nemîne û wiha got: "Li Tirkiyeyê em di pêvajoyek ku şer berdewam dike, pirsgirêka kurd ne hatiye çareserkirin û zext li fikrên azad tên kirin de derbas dibin. Li Tirkiyeyê bê ewlehiya ku kapîtalîs ferz dike û bêewlehiya ku zîhniyeta baviksalarî li ser me ferz dike jî heye. Ev hemû di dema hikûmeta AKP'ê de zêdetir bûne. Rolê ku jinê hepsî malê tê kirin didin meşandin. Em mecbûr dimînin ku bi zîhniyeta baviksalarî, nijatperest û dijdemokratîk re têbikoşin."

Piştî axaftina vekirinê, mijara "Sendîkayên li Tirkiye, Almanya û Holandayê, qanûnên derbarê îstîhdama jinan de, cihê jinê di xebatên jiyanê de û derfetên xwebirêxistinkirina jinan" hat nîqaşkirin. Di vê mijarê de Nûnera Konfederasyona Sendîkaya Holandayê Anya Wîersma axivî. Wîersma, da zanîn ku wekî li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn a li Holandayê jî karkerên ku mecbûr dimînin wekî taşeron bixebitine û wiha pêde çû: "Di dema krîzên aboriyê de destpêkê kakerên jin tên mexdûrkirin."

Nûnera Wexfa Rosa ya Luksemburgê Gokay Akbulut jî mijara bi pêşketinên li Almanyayê re mafê û mafê jinan pêşkêş kir. Di dawiyê de jî Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu axivî. Çerkezoglu, da zanîn ku dema ew li ser keda jinan dirawestin di hemû rewşan de rastiyek derdikeve holê û wiha axivî: " Polîtikaya Neo-lîberal ku bi salane dibêjin 'pergala herî baş eve' pê li keda karker, kedkar, jinan û hemû destkeftiyan ji holê radike. Zilamên ku li derdora maseyekê kom bûne planan çêdikin û li hemberî vana li tevahiya cihanê têkoşînek tê dayîn. Pêşengiya vê têkoşînê jî jin dikin."

Konferans, bi beşa "Jinên li ber xwe didin" berdewam dike.

(mb/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN