DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Cenazeyê endama YPS-JIN Yildirim şandin Pirsûsê - HATE NÛKIRIN

 
25 Îlon
12:40 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê endama YPS-JIN Şîlan Yildirim (Ronahî Amara) a ku li Silopiya jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û malbatê cenazeyê Yildirim birin Pirsûsê.


Cenazeyê endama YPS-JIN Şilan Yildirim (Ronahî Amara) a ku di 12'ê îlonê de li gundê gundikê Nihala Koça yê gundê Ribehiyê yê navçeya Silopiya Şirnexê di sergirtina malekê de ji aliyê tîmên taybet ve hatibû înfazkirin, ji aliyê malbata wê ve hat teşîskirin. Malbatê cenazeyê keça xwe ji morga li Deriyê Sînor ê Xabûrê wergirt û ber bi navçeya Pirsûsa Rihayê ve ketin rê.

Cenazeyê Yildirim dê li gundê Midêvê Mezin were definkirin.

(kom/no/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN