Heyeta HDP'ê carek din bi Mesud Barzanî re hatin gel hev
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Heyeta HDP'ê ya di bin serokatiya Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de li Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêkdianîn, carek din bi Serokê PDK'ê Mesud Barzanî re hatin gel hev.
Heyeta HDP'ê ya bi pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş ji bi bi nûnerên partiyên siyasî, kesayetiyên navdar û rêxistinan re hevdîtinan pêk bîne di 21'ê Îlonê de çûn Başûrê Kurdistanê û di çarçoveya hevdîtinan de heyet bi Serokê PDK'ê Mesut Barzanî re hevdîtin pêk anî bûn. Heyet piştî Barzanî, bi partiyên siyasî re û li Silêmaniyê jî bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed re hevdîtin pêk anî bû.
Heyet, piştî hevdîtinên xwe bi dawî kirin li bendê bû ku vegerin Tirkiyeyê lê hat ragihandin ku heyet carekdin vegeriyaye Hewlêrê û bi Mesud Barzanî re hatin gel hev. Tê payîn ku dê heyet piştî hevdîtinan îro vegere Tirkiyeyê.
Hevdîtina heyetê ya bi Barzanî re heta saetên niha berdewam dike.
(mb)