DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mamosteyên Başûrê Kurdistanê di çalakiyan de ne

 
25 Îlon
11:12 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce, Germiyan û Kerkûkê çalakiyên protestoyê yên Yekîtiya Mamosteyên Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê ji bo pergala perwerdehiyê û nedayîna mûçeyên wan protesto bikin li bajarê Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce, Germiyan û Kerkûkê di bin pêşengiya Yekîtiya Mamosteyên Herêma Kurdistanê dest bi çalakiyên hemwext kirin.

Beriya çalakiyan ji aliyê Yekîtiya Mamosteyên Herêma Kurdistanê ve daxuyaniyek hat dayîn. Yeketiya Mamosteyan da zanîn ku li Başû ji 1'ê Çileya 2014'an heta niha krîza aborî tê jiyîn, mamosteyan heta niha li benda çareseriyê rawestiyan lê tu daxwazên Yekîtiya Mamosteyan nehatine pêkanîn.

Yekîtiya Mamosteyan ragihand ku dê çalakiyên xwe yên giştî li gelemperiya Herêma Kurdistanê bidomînin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN