DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Taylan Kulaçoglu hat binçavkirin

 
25 Îlon
10:00 2016

STENBOL (DÎHA) - Di çarçoveya lêpirsîna Redhack a li navenda Enqereyê de Taylan Kulaçoglu hat binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Redhack a li navenda Enqereyê de Taylan Kulaçoglu hat binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de belgeyên teqîna Reyhanliyê yên hatin aşkera kirin û hackirina sîteya înternetê ya midûryeta polîsan jî cih digire. Parêzere Kulaçoglu Firat Durak, diyar kir ku ji sala 2013'yan ve lêpirsînek tê meşandin, ji ber ku di destê wan de tu tiştek tuneye di lêpirsînê de pêşketin hêdî çêdibin.

Durak, anî ziman ku dema Redhack çalakiyekê dike destpêkê ev mirovên bêguneh tên binçakirin û wiha got: "ev mirov niha nizanin ji bo çi tên darizandin."

Kulaçoglu yê ku li Midûryeta Polîsan a Stenbolê ku li ser Kolana Vatanê ye tê ragirtin, tê payîn ku dê îro bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji ber lêpirsîl li Enqereyê tê meşandin dibe ku Kulaçoglu bibin Enqereyê.

Kulaçoglu, di sala 2013'yan de di "doza Redhack" de hatibû girtin û piştî demekê di girtîgehê de ma hat bedan. Redhack di çalakiya xwe ya dawî de hesabên zavayê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Enerjiyê Berat albayrak girtibûn.

Redhack di heman demê de diyar kiribûn ku ger nivîskar Asli Erdogan û Alîkarê Giştî yê Hevserokên HDP'ê Alpan Altinors serbest neyên berdan dê roja Duşemê dosyayên ku aîdî Berat Albayrak in bi raya giştî re parve bikin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN