Orhan Mîroglu perdeya ser cînayeta Anter e
ENQERE (DÎHA) - Di bûyera qetilkirina Mûsa Anter de piştî salan di doza ku hate vekirin de tu pêşketin çênebû, îfadeya ku endamê MÎT'ê Mehmet Eymur li ser gotinên Yeşîl dabû ya "Orhan Mîroglu bi navê Tayfun endamê MÎT'ê bû" wekî ku perdeya li ser rastiya kuştina Anter nîşan da.
Doza qetilkirina Musa Anter ku heta niha tu gav nehatiye avêtin, ji nûve tê dîtin. Li gorî lêpirsînê derket holê ku Endamê MÎT'ê Mehmet Eymur ku gotinên xwe dispêre gotinên Yeşil a "Orhan Miroglu, bi navê Tayfun endamê MÎT'ê bû" diyar dike ku Orhan Mîroglu perdeya ku ser rastiya kuştina Anter vedişêre ye.
Rewşenbir, rojnameger û nivîskarê kurd Musa Anter li semta Seyrantepe ya Amedê di sala 1992'an de li tenişta Orhan Miroglu hat qtilkirin. 24 sal di ser qetilkirina Musa Anter re derbas bû. Lê hêj kujerên Musa Anter nehatiye dîtin. Berî dem di ser dosyayê re rebas bibe doza Musa Anter di Tîrmeha 2013'an de ji nûve hat dîtin. 3 salin lêpirsîn tê kirin û doz tê meşandin, lê hêj tu gavên şênber nehatiye avêtin. Doza Musa Anter bi dozên JÎTEM'ê re kirin yek. Heta niha gelek daxwazên parêzeran hatin redkirin. Delîl li gorî daxwaza malbat û parêzeran nayên komkirin. Doza Musa Anter (Apê Musa) dê ji nûve bê dîtin. Parêzeran ji heyeta dadgehê xwestibû ku axaftinên telefona Mahmut Yildirim ê bi kodê Yeşîl bên amadekirin û pêşkêşî dadgehê bikin. Disa xwestibûn ku Velî Kuçuk, Arif Bekiroglu û Îhsan Aydemir wekî şahidên bûyerê bên guhdar kirin. Dema Musa Anter hat kuştin, li gel Anter Orhan Miroglu jî hebû. Di serdema darizandinê de jî der barê Miroglu de agahî hatin bi destxistin. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin tê diyarkirin ku Mîroglu perdeya li ser rastiya qetilkirinê ye.
Mehmet Eyumur Orhan Miroglu wekî navê kilît nîşan da
Endamê MÎT'ê Mehmet Eymur, di rûniştina doza Musa Anter a 25'ê Nîsana 2016'an de hat dîtin destnîşan kir ku Miroglu perdeya rastiya li ser kuştina Musa Anter verişêreye. Eymur, diyar kiribû ku Mahmut Yıldırım ê bi kodê Yeşîl, destnîşan kiribû ku Miroglu di nava MÎT'ê de bi kodê "Tayfun" tê zanîn û dema Musa Anter hat qetilkirin bi boneya bûyerê têxin situyê PKK'ê Miroglu jî birîndar kirin. Orhan Miroglu jî têkildarî gotinên Eymur diyar kiribû ku "Dibe Eymur ez û yekî din tev li hev kiribim. Wê demê ez girtî bûm. Parêzerên Anter û malbata Anter jî diyar kirin ku ew bi van agahiyan îkna nabin û xwestin lêpirsînek kûr û fireh bê meşandin.
Parêzer di rûniştinê de têkildarî gotinên Eymur bi bîra Mîroglu xistibûn. Lê mîroglu, bersîvên gelenperî dabûn û nêzî rastiyê nebûbû. Di îfadeyê de gotibû "Dibe ku Eymur ez û yekî din tev li hev kiribin.
Ew û Hamit Yildirim hatin xetekê
Mîroglu, piştre tev li AKP'ê bû gotinên têkildarî cînayet berovajî kirin û dijberi gtinên xwe yên berê parastin. Mîroglu xwest bûyerê têxe situyê PKK'ê Miroglu "Tayfun" jî wekî bersûc Hamit Yildirim îfade da û wekî ku PKK'ê bûyer pêk anîbe nîşan dan. Heta niha Miroglu (Tayfun), gelek caran îfadeyên bi nakok dan. Mîroglu piştî derbasî nava AKP'ê bû, polîtîkayên komkujiya li ser kurdan û operasyonên bi navê "KCK" yên li dijî siyasetmedarên kurd parast. Miroglu, piştî kuştina Musa Anter 3 roj şûnde di îfadeya xwe de gotibû "Di şeva bûyerê de ez li gel xizmê xwe Musa Anter li Buyuk Otel a Deriyê Çiyê hatin cem hev. Piştî me li Otelê hev dît, min xwest wî bibim mala xwe. Em di navbera saetên 16.00- 18.30'an de li lobiya Otelê axivîn. Saet di 19.15'an de me ji qana 6'an tv temaşe kir. Piştî nûçe bi dawî bûn got 'Dê ji navçeya Çinarê ji bo pirsgirêka zeviyan bên em dê biçin ji bo çarseriya meseleya zeviyan bi axivin. Dema em rûniştinbûn ji lobiyê hatin gotin mêvanê Musa Anter hatine. Anter ji komî re got kî ne. Komî got 'ez nizanim" Musa Anter xwest mêvan bên jor. Musa Anter gotibû "Kesên di mijara zeviyê de berpirsiyar çima nehatin vir? wî jî gotibû "Ew xwedi dijmin in. Bi roj nikarin zêde derkevin derve? Dema ez li gel Musa Anter bûm ji min re got 'Dixwaze tu biçe mal. Dema min pirsgirêka zeviyê hal kir ez dê li mal bigerim tu dê were, em dê bi hevre biçin mal. Lê min jî got ger kar dirêj nebe ez ez rawestim em bi hevre biçin."
Miroglu (Tayfun), di îfadeya xwe de diyar kiribû ku piştî karê wan qediyan bi hevre li taksiyê suyar bûn û bi şaşî ketin rêya Erxenîyê. Miroglu, anîbû ziman ku piştre paşve vegeriya bûn û ketibûn riya Farqînê û dema li Seyrantepe daketin xwar, kesekî li kolanê gule berda wan û reviya.
Di rapora Komîsyona Lêkolîna Cînayetên Kujer nediyar a di 9'ê Sibata 1993'a de di bin baneyê Meclisê de hatibû avakirin de têkildarî Mîroglu wiha hatibû gotin: "Komîsyona me xwest li Orhan Miroglu guhdar bikin. Mîroglû xwestibû wekî şahid îfade bide komîsyonê. Piştî vê yekê her çend endamê komîsyona me ew dawetî îfadeyê kiribe jî nehatiye îfade nedaye. Ji ber ku komîsyona me navnîşana wî nezanîbû nekarîbû biçin wî bibînin û li îfadeya wî guhdar bikin.
Mîroglu, di pirtûka îtîrafên Abdulkadir Aygan a di sala 2004'an de di weşanên Aramê de hat çapkirin jî diyar kiribû ku "Ger ku behs kiribûya min dê mudaxale kiribûya. Di wê demê de tevlêbûna ciwînek wisa pir talûke bû. Min dê îkna kiribûya ku beşdarî civînê nebe. Tew nebûya ez jî nediçûm. Lê di salên borî de Mîroglu di nivîsên xwe yên Tarafê û kanalên tv de dijberî van tiştan gotibû. Mîroglu gotibû "Ji bo em biçin îtîrafkarên ku ji PKK'ê cuda bûne li hev bînin diçûn Seyrantepe û gotinê xwe berovvajî kiribû.
(mae)