Li dijî dagirkirina qeyûman dikarin serî li DMME'yê bidin
WAN (DÎHA) - Parêzer Cemîl Demîr diyar kir ji bo betalkirina dagirkirina qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin riya serlêdanê ya Dadgeha Qanûna Esasî vekirî ye û welatî dikarin bi awayeke şexsî serî li DMME'yê bidin.
Nîqaşên têkîldarî qeyûm tayînkirina 25 şaredariyên DBP'ê nîqaş didomin, endamê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) parêzer Cemîl Demîr aliyê hiqûqî yê qeyûman nirxand. Demîr bilêv kir ku peyva qeyûmê ev saleke dawî ye ketiye jiyana siyasî ya Tirkiyeyê û ev peyv di hiqûqa tîcaretê de derbas dibe ewil tayînê saziyên aydî cemaeata Gulen hate kirin û bi vî rengî hate rojevê. Demîr bilêv kir ku îxtidarê ev bi cemaetê ve anî rojevê li hemberî siyaseta kurd wekî amûrê êrîşê bi kar tîne, hikûmet piştî darbeya 15'ê tîrmehê OHAL'ê dike hincet û bi KHK'ên ku derdixe ve darbe ji bo xwe kiriye fersend.
Dikarin serî li Dadgeha Qanûna Esasî bidin
Demîr bilêv kir ku piştî ku OHAl hate rakirin KHK'an dikarin bibin Dadgeha Qanûna Esasî û di 1991'an de Dadgeha Qanûna Esasî KHK'ên ku dema OHAL'ê derxistibû betal kiriye. Demîr wiha got: "Heke sererastkirinen ku bi KHK tê kirin encam û bandora wan dema derveyî OHAL'ê jî bên dîtin Dadgeha Qanûna Esasî di vî mijarê de dikare kontrolê bike heta dikare biryara betalkirinê jî bide.
Piştî OHAL'ê dê çi bibe?
Demîr anî ziman ku partiyên isyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo betalkirinê dikarin serî li Dadgeha Qanûna Esasî bidin bi vî renî qeyûm û pêkanînên din dikarin bên rawestandin. Demîr wiha axivî: "KHK derveyî dema OHAL'ê jî bandora xwe dikin. Dema ku OHAL bi dawî bû qeyûm dê çawa bin? Qeyûm dê vekişin qadên xwe yên kar? Têkîldarî vê mijarê geşadanên ku dê çêbin, gavên ku bên avêtin girîng in."
Dem^ri bilêv kir ku KHK mekanîzmayekî kontrolê nîne lê ji ber pêkanînên ku tîne an rasteras an jî nerasterast şexs dikarin serî li DAdgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin, piştî ku riyên hiqûqî yên hundir bi dawî bû dikarin bibin DMME'yê.
Demîr bilêv kir ku qeyûm li dijî îradeya gel darbe ye û gel dê nas nake, qeyûmên ku bi çekên luledirêj hatin şaredariyê di nava gel de tu wateya wan tuneye, tiştekî nikarin bidin gel.
(sa)