DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Ji Şaredariya Westanê ya AKP'î nelirêtiya 14 tirilyonî - DOSYA 2

 
25 Îlon
09:10 2016

Bi hezaran pere li kû ye ?

SELMAN KELEŞ

WAN (DÎHA) - Şaredarê Westanê yê AKP'ê yê berê Nazmî Sezer û Midûrê Xizmetên Aboriyê Osman Kızıltaş ji bo hesabê şîrketa Kandaşoglu Înş Nak. San. û Tîc.Ltd. Ştî ya aydî Zahîr Kandaşoglu yê ku bernamzetê parlamenteriyê ya AKP'ê bû bêyî îmzeya Midûriyeta Karên Fenê bi hezaran TL pere dan.

Îxtidara AKP'ê OHAL kir hincet û bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) qeyûm tayînî 25 şaredariyên DBP'î kir. Derket holê ku li Şaredariya Wastenê ya AKP'î di navbera 2009-2014'an de nelirêtiyeke 14 tirilyonê kiriye, ev bi belgeyan ve derket holê. Piştî ku 10 endamên meclîsa şaredariyê yê DBP'î ji bo lêçûnên di navbera 2009-2014'an de hatiye kirin daxwaznama dan di encamê de derket holê ku şaredarê demê Nazmî Sezer û Midûrê Xizmetên Aborî Osman Kiziltaş bêyî îhale bi riya temînê ji şîrketên AKP'î malzemeyên înşeatê kirîne, têkîldarî malzemeyên ku hatine kirîn ji şaredariyê pere derketiye lê malzeme nehatiye.

Di lêçûnan de îmzeya Midûrê Karên Fenê tuneye

Di belgeyên kêm an jî sexte yên hatine amadekirin de tenê ji bo şîrketên AKP'î li ser kaxizê pere hatiye dayîn, di Belgeya Fermana Dayînê de ya ji şaredariyê şandine bankayê îmzeya Midûrê Karên Fenê Harun Ayas jî tuneye. Di belgeyên ji teslîmgirtina malzemeyan hatine amadekirin de îmzeya memûrê Teslîmgirtin û Kirînê jî tuneye, dîsa di belgeyan de tê xuyakirin ku malzeme ji aliyê şaredariyê ve nehatine teslîmgirtin.

Di belgeyên ku lêkolînan de derket holê tê dîtin ku ji bo hesabê şîrketa bernamzetê AKP'ê Zahîr Kandaşoglu ya Kandaşoglu Înş Nak. San. û Tîc.Ltd. Ştî bi hezaran pere hatiye neqilkirin. Di belgeyê de îmzeya Sezer û Kiziltaş hene lê dîsa îmzema Midûrê Karên Fenê tuneye. Derket holê ku malzemeyên tê gotin hatine kirîn ji aliyê şaredariyê ve nehatine kirîn. Di belgeyên ku arşîvên şaredariyê de derketin malzemeyên ku wekî hatine teslîmgirtin tên xuyakirin lê fîşên wan ên teslîmgirtinê tuneye.

Ksayên xwe tijî kirin

Di rapora komîsyonê de belgeyên ku bi riya"temînê" ji şîrketên AKP'ê malzeme hatine kirîn balê dikişîne. Malzemeyên ku wekî hatine teslîmgirtin tên xuyakirin di esasê xwe de nehatine kirîn, malzemeyên ku hatine kirîn bi buhayeke mezin hatine kirîn, dîsa tê dîtin ku ji heman şîrketê 2 an jî 3 caran bi riya temînê îhale hatiye kirin.


Midûkê Karên Fenê: Me ji KAndaşoglu malzeme nekirî

Gotinên Midûrê Karên Fenê Harun Ayas ê ku îmezeya wî di belgeyan de tuneye jî nelirêtiya hatiye kirin piştras dike. Di dema lêkolînan de bi Ayas re hevdîtin hat kirin û têkîldarî mijarê ev agahî daye: "Di karên şaredariyê de malzeme ji şîrketa Ebî Beton hatine kirîn û fîşên wanê teslîmgirtinê hene. Lê ji fîrmaya Kandaşoglu ji malzemeyên uk hatine kirîn agahiya min nîne. Heta niha ji Kandaşoglu malzeme nehatiye kirîn. Têkîldarî vê min belgeyek negirtiye û ev fîşên wan ên teslîmgirtinê tuneye."

Di belgeyên fermî de sextekarî

Pereyên ku wê demê ji aliyê Sezer û Kiziltaş ve hatiye kirin lê di belgeyan de îmzeya Ayas tuneye bala xebatkarên Bankeya Yapi Kredî û Bankeya Zîreatê jî nekaşandiye.


Sibehê: Malzemeyên ku tê îdiakirin hatine kirîn li kû ne?

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN