DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dixwazin kalê nexweş ê 85 salî biavêjin zindanê

 
25 Îlon
09:06 2016

WAN (DÎHA) - Welatiyê bi navê Mûstafa Abî ku nexweş e û ev 2 sal e di nav cih de ye û ceza jêre hatiye birîn beriya 5 rojan li Geverê hat binçavkirin. Her çiqas ev 2 sal be Abî di nav cih de jiyana xwe berdewam bike jî nexweşxane rapora, "Nikare li girtîgehê bimîne" nadin.

Li taxa Yeşîldere ya Gevera Colemêrgê welatiyê bi navê Mûstafa Abî yê 85 salî ku ev 2 sal e di nav cih de jiyana xwe berdewam dike di 20' mehê de hat binçavkirin û di bin çavdêriya polîsan de ji Nexwexaşeya Dewletê ya Geverê anîn Wanê. Abî ji ber ku di sala 2006'an de bi hinceta, "alîkarî daye rêxistinê" doz lê hatiye vekirin û 5 sal ceza jêre dayînê hat binçavkirin. Welatiyê 85 salî ev 2 sal in nikare ji nav cihê xwe derkeve û hemû pêwîstiyên jiyanî bi alîkariya malbata xwe pêk tînê. Lê li ser vê yekê jî bi hinceta li Geverê amûrên ku pê rapora, "nikare li zindanê bimîne" tuneye rapor nehat dayîn û di bin çavdêriya polîsan de ew sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê kirin. Abî di bin çavdêriya Polîsan de li Beşa Cerahiya Giştî bi alîkariya çar xizmên xwe dimîne û di rewşa wî de tu guhertin tuneye.

Abî yê ku li Geverê amûrên pêwîst tunebûn û anîn Wanê li vir jî derket pêşber pisporê Norolojiyê û tu encam ji vir jî derneket. Piştî vê yekê biryar hat dayîn ku roja duşemê carek din girtekên Abî werin girtin û derkeve pêşberî heyeta ku biryara rewşa wî bide.

Li ambûlansê siwar kirin û wisa xistin bin çavan

Kurê Abî, Kemal Abî got ku şeva polîs bavê wî binçav bikinî di navbera polîs û dozger de axaftinên telefonê pêk hatine û wiha axivî: "Dema ku beriya 5 rojan polîsan bi ser mala de girt û rewşa bavê min dîtin li dozger geriyan. Polîsan di telefonê de ji dozger re gotin ev kes nikare ji nav cih rabe û em nikarin wî bînin. Li ser vê yekê dozger ji wan re got ambûlansê bixwazin û bi wî awayî bêxin bin çavan. Ev 6 roj in bavê min bi vê rewşê di bin çavan de ye."


'Kesekî 85 salî û felç bûyî dê çawa rêkin girtîgehê'

Abî diyar kir ku binçavkirina kesekî 85 salî û nexweş çarçoveya şerê AKP'ê li hember kurdan daye destpêkirin nîşan dide û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Her tişt di ortê de ye û cardin rapora, 'nikare li girtîgehê bimîne' nadin. Her çiqas her tişt zelal be jî armanca wan ew e ku bavê min di vê rewşê de bişînin zindanê. Kesekî 85 salî, felç bûyî û encax 4 kes bikaribin lê binêrin dê çawa rêkin girtîgehê. Kîjan wijdan vê yekê qebûl dike. Ev rewş li tu deverên cîhanê nayê jiyîn û dîtin."

'Em serî natewînin'


Abî herî dawî got ku bavê wî were girtin an jî serbest were berdan jî ew dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bavê min û bi hezaran kesên wek wî niha di bin çavan de ne û girtî ne. Bavê min bigirin jî negirin jî em dê li hember van pêkanînan bê deng nemînin. Ev pêkanîn berdewama komkijiya li ser kurdan e. Ciwanên me, kalên me bigirin û qetil bikim jî em serî natewînin.

(no/sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN