ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Xebatkarê HDP'ê Fahrî Yalçin ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin got ku li devereke ku nizane MÎT'ê ew ji wesayîtê polîsan peya kiriye û daxwaza sîxurtiyê jêre kirine.
* Welatiyê bi navê Tîmur Efe Suverje têkildarî îşareta ku 2 roj berê li ser deriyê malbatên Kurd û Elewî yên ku Tuzluçayira Enqereyê dijîn hat nivîsandin axivî û da zanîn ku armanca kesên ku ev îşaret nivîsîn ew e ku di navbera Kurd, Elewî û Tirkan de fesadiyê derbixîne, wan bikin dijminê hev, yên vana dikin de nikaribin yekitî û biratiya gelan têk bibin.
* Welatiyê bi navê Mûstafa Abî ku nexweş e û ev 2 sal e di nav cih de ye û ceza jêre hatiye birîn beriya 5 rojan li Geverê hat binçavkirin. Her çiqas ev 2 sal be Abî di nav cih de jiyana xwe berdewam bike jî nexweşxane rapora, "Nikare li girtîgehê bimîne" nadinê.
* Parêzer Cemîl Demîr diyar kir ji bo betalkirina dagirkirina qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin riya serlêdanê ya Dadgeha Qanûna Esasî vekirî ye û welatî dikarin bi awayeke şexsî serî li DMME'yê bidin.
* Di bûyera qetilkirina Mûsa Anter de piştî salan di doza ku hate vekirin de tu pêşketin çênebû, îfadeya ku endamê MÎT'ê Mehmet Eymur li ser gotinên Yeşîl dabû ya "Orhan Mîroglu bi navê Tayfun endamê MÎT'ê bû" wekî ku perdeyekî mijeyê ku heke bê rakirin dê kuştina Anter bê ronîkirin tê dîtin.
* Akademiya ku dê ji aliyê 19 akademîsyenên ji KOU hatine avêtin, were vekirin dê xwendekaran jî tevlî bike. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê mamosteyên xwe bi tenê nehêlin û dê qadên xwe yên perwerdeyê biafirînin.
JIN
* Komîsyona Karkerên Jin ên DÎSK'ê, Konfederasyona Sendîkayên Holandayê (FNV) û Weqfa Roza Luksemburg dê bi navê "Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî" konferansê li Otel Best Western Senaterê li dar bixin. (10.00) BI DÎMEN E
ABORÎ
* Şaredarê Westanê yê AKP'ê yê berê Nazmî Sezer û Midûrê Xizmetên Aboriyê Osman Kızıltaş ji bo hesabê şîrketa Kandaşoglu Înş Nak. San. û Tîc.Ltd. Ştî ya aydî Zahîr Kandaşoglu yê ku bernamzetê parlamenteriyê ya AKP'ê bû bêyî îmzeya Midûriyeta Karên Fenê bi hezaran TL pere dan.
CIWAN
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê ji bo ilankirina meclîsa xwe li Navenda Çandê ya Seyhanê konferansê li dar bixin. (12.00)