DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Amedê 15 mamoste hatin binçavkirin - HATE NÛKIRIN

 
24 Îlon
16:41 2016

AMED (DÎHA) - Li Amedê di êrîşa li hemberî çalakiya mamosteyan de 10 jê jin 15 mamoste hatin binçavkirin.

Li Amedê endamên Egitîm Sen'ê yên ji peywir hatibûn binçavkirin li Dîclekentê hatin cem hev. Mamosteyên ku ji vir peka Park Ormanê "zincira mirovan" pêk anîn dest bi meşê kirin rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de 10 jê jin 15 mamoste bi derpkirinê hatin binçavkirin.

Mamoste piştî êrîşê çûn Şaxa 2'yemîn a Egîtîm Senê û avahiya Egîtîm Senê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Li vê derê Hevberdevkê KESK'ê yê Demkî yê Amedê Selahattîn Alp axaftinek kir û xwest hevalên wan ên hatine binçavkirin demildest serbest bên berdan.

Piştî dorpêça polîsan rabû mamoste ji avahiyê veqetiyan

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN