'Xwîna zarokên me derfet daye ku em Kongreya Neteweyî pêk bînin'
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Heyeta HDP'ê piştî bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed re hevdîtin pêk anî daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê dan. Yusif Mihemed got ku îro pêwîstiya Kurdan bi xebatek hevpar heye û Kurd bi xebata hevbeş dikarin bigihin armancên xwe.Demîrtaş jî diyar kir ku divê hemû aliyên Kurd pirsgirêkên nava xwe bi diyalogê çareser bikin.
Hevdîtinên heyeta HDP'ê ya di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de yên li Başûrê Kurdistanê di roja 4'emîn de li bajarê Silêmaniyê didomin. Heyetê piştî Tevgera Goran bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed re hevdîtin pêk anî.
Heyet ji aliyê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed û çend parlamenterên Tevgera Goran û YNK'ê ve bi germî hat pêşwazîkirin. Piştî hevditîtinê heyet û Serokê Parlamentoyê daxuyaniyek hevbeş dan.
Di serî de Dr. Yusif Mihemd axivî û xêrhatina şandeya HDP'ê kir. Dr. Yusif Mihemd da zanîn ku pêwîstiya wan bi xebata hevpar heye û ew bi xebatek hevpar dikarin bigihijin aramancên xwe. Dr. Yusif Mihemd, bi lêv kir ku di nava partiyên herçar parçeyên Kurdistanê de pêwîstiya wan bi yekîtiyê heye û wiha got: "Em dikarin bi hevparbûna Amed, Mihabad , Hewlêr û Kobanê bigihîn arnamcên xwe. Xwîna zarokên me derfet daye me ku em aliyên siyasî jî nêzî heve bibin û ji bo Kongreya Neteweyî bi xebitin. Bi lidarxistina Kongreya Neteweyî divê em bibin xwedî stratejiyekî neteweyî. Ji bo çarserkirinê projeyek a HDP'ê heye. Em bi germî hewldanên heyat HDP'ê pêşwazî dikin. Ji bo serketina gelê me tişta ku bikeve li ser milê me em amadene bikin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî li serî de li ser navê heyetê spasiya serokê parlamentoyê û şanda pêre kir û wiha axivî: "Serdanên me yên çar rojan îro bi dawî dibin. Em bi hewldanên yekîtiya neteweyî ji keyfxweşbûn ku di hevdîtinan me ev yek dît. Li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd berdêlên mezin didin. Pêwîste em ji bo demokrasiyê jî hewldanên mezin bidin. Em spasiya çapemeniyê jî dikin ku 4 rojin bi me re ne."
Hevdîtinên heyeta HDP'ê bi vî rengî li Silêmaniyê jî bi dawî bûn. Tê payîn ku heyet îro yan ji sibê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.
(mb)