'Winda wijdana te ye xwedî li wijdana xwe derkeve'
ÎZMÎR (DÎHA) - Li Îzmîrê ÎHD û xizmên windayan bal kişandin li ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya 600'emîn û peyama "Winda wijdana te ye xwedî li wijdana xwe derkeve" dan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya heftane ya ku ji bo aqûbeta kesên ku hatine windakirin biripsin bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li dar dixin vê hefteyê diyarî çalakiya 600'emîn a Dayikên Şemiyê kirin. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a Konakê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên "600 hefte ye li te digerim tu li kû derê ye" "Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve" "Winda diyar in kiryar li kû ne" hate vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Bi sedan kes û partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, Însiyatîfa Dayikên Şemiyê, HDK, KJA, HDP û parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn beşdarî çalakiyê bûn.
Ji ÎHD a Îzmîrê Alî Aydin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Dayikên Şemiyê ji 27'ê Gulana 1995'an heta niha 600 hefte ye bi şîara "Em windayên xwe dixwazin" wekî wijdan û hefizeya mirovahiyê li Qada Galatazarayê kom dibin û wiha got: "Bİla aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkerakirin, ên ku windakirine bila bên darizandin bila êdî tu caran kes di bin çavan de neyên windakirin. Bila Tirkiye peymana Neteweyên Yekbûyî ya windakirinên di bin çavan de ên bi zorê îmze bike."
'AKP û Ergenekonê li hev kirin'
Parêzer Eren Keskîn jî anî ziman ku ên dewletê bi rêve dibin heta bi daîreya taybet a şer re hevrû nebin nikarin vî pirsgirêkê çareser bikin û wiha axivî: "AKP'ê bi Ergenekon û daîreya şerê taybet re li hev kirine û niha jî bi saya wan îxtidara xwe didomînin."
Keskîn got ku Dewleta Tirkiyeyê windakirina di bin çavan de wekî polîtîkaya dewletê didomîne û wiha axivî: "Beriya çend salan Erdogan dema ku serokwezîr bû bi Dayikên Şemiyê re hevdîtin pêk anî û gotibû ku 'di deman min de windayek jî tuneye û dê nebe jî, ez ê windayan bibînim, sûcdaran bidarizînim soz didim' wê demê ez ji Erdogan dipirsim Hursît Kulter li kû ye."
'Huşit Külter nerede?'
Piştî çalakiya rûniştinê Dayikên Şemiyê nameya ku Dayika Berfo ya bûbû sembola dayikan ji Wezîrê Dadgê Bekîr Bozdag re şandibû hate xwendin.
(sa)