DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dayikên Şemiyê: Diyare em ê 600 hefteyên din jî li vir bin!

 
24 Îlon
15:11 2016

STENBOL (DÎHA) - Dayikên Şemiyê ku ev 21 sal in bêyî ku havîn û zivistan, germ û sarê binêrin li pey dadê ne bi çalakiya vê heftê 600 hefte li dû xwe hiştin. Dayikên Şemiyê dan zanîn ku eger bêdadî bidome dê 600 hefte din jî çalakiya xwe bidomînin û zarokên xizmên wendayan jî gotin ku ewê çalakiya ku dê û bavên wan dane destpêkirin bidomînin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê ji bo pirsa xizmên xwe yên wenda dicivin di hefteya 600'emîn a çalakiya xwe de car din kom bûn û pirsa "Xizmên me yên wenda li ku ne" kirin. Xizmên wendayan û dostên wan di saetên sibehê de li Qada Galatasarayê civiyan û ber bi saetên nîvro ve hejmara beşdaran gihîşt hezaran.

Ji ber ev çalakiya dîrokî 600 hefteyan li dû xwe hişt, vê heftê gelek pankart û nivîsên taybet hatin amadekirin. Kesên hatin çalakiyê jî bi qurnefîl û wêneyên kesên wenda li hev civiyan. Vê heftê gelek akademîsyen, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û parlamenterên HDP û CHP'ê jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.

36 sal in li kurê xwe digere

Di çalakiyê de destpêkê dayika Hayrettîn Eren ê ku 36 sal berê di bin çavan de hatî wendakirin, Elmas Eren axivî. Dayika Eren a ku ev 36 sal e pirsa kurê xwe dike wiha axivî: "Çend Hezîran derbas bûn. 36 sal in kurê min wenda ye. Ji gera hestûyên wî canê min derket. Hun çi dikin bila bikin em hestûyên zarokên xwe dixwazin."

Piştre, yek ji sembolên çalakiya Dayikên Şemiyê, dayika Hasan Ocak Emîne Ocak axivî û got: "21 sal in li vir rûdinêm. Ji bo ciwanan, dayikan û bavan rûniştim."

Hewce be 600 hefteyên din

Dîsa dayika Murat Yildiz ê ku 21 sal berê li Îzmîrê li qereqolê hate wendakirin, Hanîfe Yildiz hestên xwe anî ser ziman. Dayik Yildiz diyar kir ku eger bêdadî bidome dê 600 hefteyên din jî çalakiya xwe bidomînin Dayika Berfo bibîrxist.

Zarok têkoşînê didomînin

Li ser navê Dayikên Şemiyê jî keça Fehmî Tosun Besna Tosun axivî. Tosun diyar kir ku li hemberî van sûcên herî giran ên mirovahiyê hatine kirin û wiha got: "21 sal berê dayik û bavên me di vê qadê de dest bi têkoşînê kirin. Niha jî em nifşên nû, zarokên wan vê têkoşînê didomînin."

Dayikên Plaza de Mayo peyam şandin

Piştî axaftinên xizmên wendayan, peyama Dayikên Plaza de Mayo ya ji Arjantînê hate guhdarkirin.

Li ser navê hemû çalakgeran daxuyaniya hevpar ji aliyê Serpîl Taşkaya ku bavê wê Huseyîn Taşkaya li Pirsûsê hate wendakirin hate xwendin. Taşkaya destnîşan kir ku li gel 600 hefte ye li vê qadê ne jî kujer nehatine peydakirin û daxwazên xizmên wendayan anî ser ziman.

Piştî çalakiyê xizmên wendayan ji qadê veqetiyan.

(sy)






ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN