DBP'a Mêrdînê kongreya xwe pêk anî
MÊRDÎN (DÎHA) - Rêxistinê DBP'ê ya Mêrdîn 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî
Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk a Mêrdînê 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dawetê ua Alîhansoy pêk anî. Di kongreya pankarta "Em pêkanînên dijdemokratîk ên li hemberî kedkarên perwerdehiyê û şaredariyan şermezar dikin" hat daliqandin de Alîkarê Hevserokên DBP'ê Mehmet Asaln, endamên MYK û PM'ê yên DBP'ê, nûnerên partiyê, hevşaredar, hevserok, parlamenterên HDP'ê yê Mêrdînê Gulser Yildirim û Alî Atalan, Meclîsa Dayîkên Aştiyê û saziyên civaka sivîl amade bûn.
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim axivî û diyar kir ku qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin pêkanînek dijdemokratîke. Alîkarê Hevserokên DBP'ê Mehmet Asaln jî da zanîn ku di şerê 2-3 salên dawî de tehemûlî destkeftiyên kurdan nekirine derketiye û di hedefa wan de destkeftiyên kurdan hene. Aslan, bi lêv kir ku hikûmeta AKP'ê ji hemû gelan re şer û qetlîam aniye û wiha got: "Ger li welat şer û mirin hebin û ger berpirsê vana dewlet be, dê ev dewlet nikaribe aştiyê bîne welat. Divê em vê aştiyê bînin. Ger gel dest bidin hevdu dikarin aştiyek bi hêz bînin welat."
Piştî axaftinan kongreya ku bi yek lîsteyê destpê kir, Ahmet Eken û Şaha Memîş wekî hevserokên DBP'a Mêrdînê hatin hilbijartin. Piştî hilbijarên rêveberiya DBP'ê hatin pîrozkirin kongre bi dawî bû.
(mb)