DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Partiyên kurd banga yeketiya neteweyî kirin

 
24 Îlon
13:08 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di komxebata KNK'ê ya li Kerkûkê hat lidarxistin de partî û rêxistinên kurd ji bo çareseriya pirsgirêkan banga yeketiya neteweyî kirin.

Komxebata Kongreyan Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi dirûşmeya 'Şêwira Neteweyî li ser Rewşa Başûrê Kurdistanê Helwest û Piştgirî' li bajarê Kerkûkê destpê kir. Komxebat bi tevlîbûna gelek alî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din dê du rojan berdewam bike.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd ve hat kirin. Rêbwar Reşîd diyar kir ku gelê Kurd di encama têkoşîn û xebatek mezin de îro gelek destkeftî bidest xistine û wiha got: "Destkefityên li Başûr bandorek erênî li ser parçeyên din kir, bû hêviyek mezin ji parçeyên din re. Proseya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê mixabin wer lê kiriye ku em îro li şûna li ser pêşxistina pergala siyasî biaxivin, em neçarin behsa pirsgirêkên heyî bikin. Ev civînek şêwirmendî ye, em ê hewl bidin li rêyên çareseriyê bigerin."

Serokatiya Herêma Kurdistanê Ebduletîf Gilî jî di komxebatê de axivî. Gilî da zanîn ku divê bêyî ew xwe bbispêrên hêzekê ew bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin, ew hêvî dike ku ev komxebat dê bibe çareserî ji bo hemû çareseriya pirsgirêkên di nava wan de.

Cîgirê Yekem ê Sekreterê YNK'ê Kosret Resûl jî peyamek ji civînê re şand û xwest ku ev civîn bibe destpêka yekîtiya neteweyî. Her wiha di komxebatê de li ser navê Polîtburoya YNK'ê Aso Mamend peyamek xwend. Dîsan li ser navê Polîtburoya PDK'ê Salih Dilo jî peyamek xwend.

Li ser navê Yekgirtûya Îslamî, Dr. Mihemed Ehmed axivî û anî ziman ku divê ew nîqaşan li ser pergalek siyasî ya demokratîk bidin meşandin û wiha axivî: "Divê li gel hemû cudahiyan em bibin yek. Şert û mercên îro li herêmê ji vê yekê re guncavin. Divê em bihevre li çareseriyê bigerin. Pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê niha bûye sedem ku parlamento nikare karê xwe bike. Ji ber berjewendiyên hizbî em di vê halê de ne. Ez hêvî dikim ev komxebat gavek baş be ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin."

Hat ragihandin ku Nûnerên Tevgera Goran û Komela Îslamî nekarîne beşdarî komxebatê bibin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN