Gelo li Mamakê li hemberî Kurd û Elewiyan amadekariyên qetlîamê tê kirin?
ENQERE (DÎHA) - Li Mamakê di apartmana ku 8 malbatên Elewî û 2 malbatên Kurd lê dijîn de, wekî beriya qetlîama Gurgumê deriyên wan destpêkê bi boyaxa reş piştre jî bi boyaxa sor hatin îşaretkirin. Hat diyarkirin ku malbatan xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Serokê şaxa PSAKD'ê Alî Ungormuş, diyar kir ku tu kesek di ewlehiyê de nîne.
Li navçeya Mamakê ya Enqereyê deriyê malên ku malbatên Kurd û Elewî têde dijîn ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi îşareta X hatin îşaretkirin. Wekî amadekariyên qetlîama Çorumê ya li Gurgumê ku li hemberî malbatên Elewî pêk hat, li Mamakê jî li îşaretkirina deriyên malbatên Kurd û Elewî di nava gel de fikaran ava dike. Di apartmana ku 22 daîreyên wê hene û li ser kolana Dereboya Mamaka Enqereyê ye, 10 malên ku Kurd û Elewî lê dijîn ji aliyê kesên nasnameyên wan ne diyar ve hatin îşaretkirin. Malbatan ji ber bûyerê serî li Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdalê da.
10 daîre hatine îşaretkirin
Şahidê bûyerê Ahmet Karadag, diyar kir ku serê sibê dema ew ji mala xwe derket dît ku li ser deriyê wî îşaret hatiye danîn û wiha got: "Min berê xwe da ka li ser deriyê cîranên min jî ev îşaret heye yan na. Lê min dît ku di apartmanê de tenê deriyê 10 malan hatiye îşaretkirin. Ev jî malbatên Kurd û Elewî ne. Ev pêkanîn provokasyonin. Bi salane em li vê taxê dirûnin cara yekeme em tiştek wiha dibînin."
Karadag, da zanîn ku îşaret ji aliyê heman kesî ve hatine danîn û wiha pêde çû: "Hinek cîranên me ji tirsan îşaretên li ser deriyan jêbirin. Lê roja paştir heman îşaret bi rengê sor li ser deriyan hatin nivîsîn. Kurd û Elewî hedef tên nîşandan û dixwazin mirovan berdin hev. Dixwazin biratiya di nava gelan de xira bikin. Em ê derbarê vê pêkanînê de serlêdana sûc bikin û divê yên wiha kirine cezayê xw ebikişînin."
Dê serlêdana sûc bikin
Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Alî Ungormuş anî ziman ku di apartmana 22 daîre têde heye, 8 ji wan malabatên Elewî 2 jî malbatên Kurd têne dirûnin û deriyê 10 malan hatiye îşaretkirin. Ungormuş, bi lêv kir ku deriyê malbatên tirk û sunî ne hatine îşaretkirin û wiha got: "Malbatan roja destpêkê îşaret jêbirin lê roja paştir vê carê bi boyaxa sor îşaret carek din hatine nivîsandin. Dibêjin îşaret ji aliyê zarokan ve hatine danîn lê dema em li îşaretan dinêrin bi awayekî taybet hatine danîn. Ger zarokan wiha kiribe çima tenê malbatên Kurd û Elewî? Zarok ji ku dizanin ka kîjan malbata Kurd an jî Elewî ne? Ev gotin ne rastin. Ji niha pêde tişta em bikin ew e ku em ê şopdarê vê kirinan bin. Em ê bi malbatan re serlêdana sûc bikin. Em dizanin ger polîs bên kontrol bikin dê bibêjin karê zarokane. Lê em ê pêşiya vê bernedin."
Îşaretkirina deriyê malan...
Yek ji qetlîamên ku zemîna 12'ê Îlonê ava kir, qetlîama di 19 û 26'ê Kanûna 1978'an de ya li hemberî Elewiyên Kurd bû û wekî niha heman rêbaz hatibû bikaranîn. Çend roj beriya qetlîamê, komek ku îdia dikirin serjimariyê dikin nli gorî nasnameyên malbatan deriyê malan îşaret kirin. Hemû malbatên ku deriyê wan hatin îşaretkirin di dema qetlîamê de rastî êrîşan hatin û malên wan hatin şewitandin. Li gorî daneyên fermî di qetlîamê de herî kêm 100 kes hatin qetilkirin.
(mb)