'Paketa Bînalî na dê ya Ocalan aştiyê bîne'
AMED (DÎHA) - Derdorên Kar ên Amedê diyar kirin ku bi mehan li Kurdistanê şer hat meşandin, ev şer hêjî didome, hizûr û xweşî dê ne bi paketên aboriyê yên ku Serokwezîr Bînalî Yildirim aşkera kiriye bê û wiha gotin: "Dê gotinên Ocalan ên; 'Em dikarin pirsgirêkê di nava 6 mehan de çareser bikin' aştiyê bîne."
Bi mehane li Kurdistanê şer tê meşandin û hikûmeta AKP'ê li gelek navçe û bajarên Kurdistanê êrîşî gel kir, avahiyên wan hilweşandin û gelek kes qetilkirin. Ligel van pêkanînan Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo bajarên Kurdistanê yên xirakirine paketa veberhênan û teşwîqê ya 10 milyarî li Amedê aşkera kiribû. Cîhana kar a li Amedê ku xweşî û hizûrê di paketêna aboriyê de na bînin diyar kirin ku pêşxistina aboriya herêmê dikare di hawira aştiyê de pêk bê.
Derbarê mijarê de Serokê Odeya Baizrganî û Pîşesaziyê ya Amedê Ahmet Sayar da zanîn ku ne tenê li herêmê, li cihê ku jiyan lê heye ji bo tîcaret û hilberîn di nava hizûr û ewlehiyê de derbas bibe divê li wir hawira aştiyê hebe. Sayar, anî ziman ku paketa aboriyê ya ku serokwezîr aşkera kiriye dê alîkariyê bide herêmê û wiha got: "Lê avakirina hilberînê tenê bi teşwîqkirinê pêk nayê. Ger me ew bi hawira aştiyê ve girêda û pêk anî wê demê digihije armanca xwe. Ji ber wê ji bo çareseriyek bingehîn aştî şerte."
Sayar, destnîşan kir ku ew wekî nûnerên civata kar, li welatê ku her roj tê xirakirin, bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin, zarok tên kuştin ew nikarin nîqaşan li ser aboriyê bidin meşandin û wiha pêde çû: "Hevdîtina bi Oclan re hat kirin girîng e. Ocalan di peyama xwe de jî gotibû şerekî qirêj tê meşandin. Bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Em mecbûrin vê xwînê rawestînin. Me bi pêvajoyê muzekeran re dît ku pirsgirêk dikare bi rêya diyalogê bê çarserkirin. Divê em ji tiştên hatin jiyîn desrt bigirin û rûpelek nû vekin. Divê pêvajoya dîyalogê bê destpêkirin. Ji ber wê divê peyama Ocalan a dibêje 'em dikarin pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin'girîng bê girtin û bersiv jê re were dayîn. Divê dewlet zemîna hevdîtinan ava bike."
Serokê Komeleya Karsazên Ciwan Hakan Akbal, bi lêv kir ku pirgirêkên pêşketina herêmê, bêkarî, wekheviya di belavkariyê de û hwd. dikarin di nava demê de bên çareserkirin û divê pirsgirên ji demê re bên hiştin. Akbal, destnîşan kir ku li herêmê gelek êş hatin jiyîn ji ber wê divê demildest mekanîzmayên ku çareseriyê avadikin bikevin dewrê.
Akbal, anî ziman ku heta li herêmê polîtîkayên aştiyê pêş bixe neyên meşandin, dê ji teşwîqkirina hilberîn neyê bidestxistin û wiha domand: "Bingeha hemû tiştî aştiye. Divê ji mirovan rê bê vegotin çima aştî. Ger em aştiyê bixin di bingeha teşwîqkirinê de em ê encamên ku dixwazin bi dest bixin. Ji bo cîhana kar a herêmê dikarim vana bêjim heta hawira hilberînê baş nebe dê bi paketan nikaribin hilberînê ava bikin."
(mb)