DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hezexî: Em TOKÎ'yên dewletê naxwazin

 
24 Îlon
10:07 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiyên Hezexê yi hemberî hewldana rayedaran a hilweşandina malên wan nerazîbûn nîşandan û diyarkirin ku ew TOKÎ'yên dewletê naxwazin, dewlet wan di malê de bişewîtîne jî ew ê desturê nedin ku avahiyên wan bê hilweşandin.

Di pêvajoya qedexeya derketina derve de gelek xaniyên taxên Yenîmahalle û Tûrgût Ozal ên nevçeya Hezexa Şirnexê hatibûn xirakirin. Niha jî dewlet hewl dide xaniyên ku mane sax jî xirab bike. Lê gelê Hezexê bertekên hişk nişanî van polîtîkayên dewletê da û anîn ziman ku çi dibe bila bibe ew ê di malên xwe de bibinin û di malên xwe de li ber xwe bidin.

'Em TOKÎ'yên dewletê naxwazin'

Yek ji kesên ku bertek nîşanî xirab kirina xaniyan da dayîka Gulê Dayan e. Dayîka Gulê anî ziman ku ew çar malbat di xaniyekê de dimînin, ew nikarin dev ji xaniyê xwe berdin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Zivistan tê û zarokên me biçûk in. Ez ê van zarokan bi ku ve bibim. Çi ji me bê em nahêlin xaniyên me xirab bikin. Em TOKÎ'yên dewletê naxwazin."

Dayîka binavê Hizniye Acar jî got ku tiştek nemaye ku dewletê neaniye serê wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heya niha dewletê gelek tişt aniye serê me. Lê em destûr nadin ew bên xaniyên me xira bikin. Bila bên me bikujin lê bila bizanibin em destûr nadin wan ku xaniyên me xira bikin. Me pereyê dewletê jî navê, tenê bila dest nedin xaniyên me, em tiştek din ji wan naxwazin."

'Em qebûl nakin dewlet xaniyên me xira bike'

Jina bi navê Berfîn Dalmiş jî destnîşan kir ku gel bi zor û zehmetiyên mezin malên xwe ava kirine lê dewlet neheqiyekî mezin li gel dike û axaftina xwe wiha domand: "Di destê me de çi hebû me da xaniyê xwe û niha jî dewlet xira dike, ev neheqiye. Em vê yekê qebûl nakin."

'Ji bo ku xaniyên me neyên xirakirin çi pêwîst be em ê bikin'

Dayîka bi navê Fatma Kutlu jî anî ziman ku mafê dewletê nîne ku malên wan ên nû çêkirine xira bikin û ev tişt anî ziman: " Me bi kedeke mezin van xaniyan ava kirine, ev zilm e li me dikin û em jî qebûl nakin. Ji bo ku xaniyên me neyên xirakirin çi pêwîst be em ê bikin."

'Ez ê xwe di malê de bişewitînim, lê ez destür nadim xaniyê me bê xirakirin'

Jina ciwan a bi navê Şîrîn Garan jî bilêv kir ku ji bo ew xaniyekî ji xwe re ava bikin wê dev ji dibîstanê berdaye û ev tişt got: "Tenê ji bo ku ez alîkarî bidim malbata xwe û em xaniyek ji xwe re ava bikin, min dev ji dibîstanê berdaye. Ez tu carî qebûl nakim ku xaniyê me ev qas bi zorê ava kirî xirab bikin. Ez ê xwe di malê de bişewitînim lê ez destür nadim xaniyê me were xirakirin."

Kalê 80'ê salî yê binavê Hecî Îbrahîm Aslan jî got ku demsala zivistanê li pêşiya wan e, ew ê ji malê xwe dernekevin û got: "Çi ji destê min bê ez texsîr nakim û ezê bi her awayî li ber xwe bidim."

'Pêwîstiya me bi TOKÎ'yên dewletê nîne'

Mehmed Garan jî anî ziman ku dema bi rastî armanca dewletê alîkarî bûya wê destpêkê alîkarî daba gelê Şirnexê ku niha di çadiran de dijî û wiha got: "Min xanî çêkiriye, lê hîn ez ne ketime têde. Dewlet tenê gel dixapîne. Daxwaza me tenê ew e ku em di xaniyên xwe de bijîn pêwîstiya me bi TOKÎ'yên dewletê nîne."

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN