Serokwezîr ji bo şîdetê rê nîşan dide
ENQERE (DÎHA) - Bertekên li hemberî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên ji bo kesên binêvê Abdullah Çakiroglu ku ji ber "şort" li xwe kiriye êrîşî jina bi navê Ayşegul Terzî kir, zêde dibin. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin diyar kir ku Serokwezîr rê nîşanî kesên li hemberî jinan şîdetê bikar tînin dide.
Zilamê bi navê Abdullah Çakiroglu (35) di 12'yê Îlonê de li Maslaka Stenbolê ji ber ku jinan bi navê Ayşegul Terzî şort li xwe kiriye di otobusê de êrîşî wê kir. Piştî bûyerê Çakiroglu bi hinceta 'bizanebûn êrîş kiriye' hatibû binçavkirin û piştî îfadeya wî hat girtin serbest hatibû berdan. Lê ji ber bertekên jinan ên li hemberî bûyerê Çakiroglu carekdin hat binçavkirin û bi sûcdariya "gel teşwîqî kîn û nefretê dike" û "li pêşiya ol, bawerî û huriyetê bûye asteng" hat girtin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê bûyerê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku Çakiroglu ne kesekî normale û ev tişt gotibûn: "Ez difikirim ku ew ne kesekî normale. Ji ber ku ev karê kirî ne karê kesekî normale. Dibe ku neçe xweşa te bike pite pit."
Serokwezîr bi van gotinên xwe şîdeta li hemberî jinan carekdin rewa nîşan da. Derbarê mijarê de Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin daxuyaniyek da. Platformê da zanîn ku gotinên serokwezîr ji bo şîted û cûdahiya di navnera jin û mêran de rê nîşan dike.
Platformê, da xuyakirin ku şîdet û qetilkirinên jinan berdewam dikin û ev tişt ragihandin: "Sedama her mezin a hovîtiya di qetilkirinên jinan de daxuyaniyên ku tên dayîne. Divê hikûmet dest polîtîkayên xwe yên li hemberî jinan berde. Kesên ku duh pite pit dikirin îro hevalên me didin ber pehînan. Li Îzmîrê hevala me Nerîman ji ber li hemberî tacîzê derket hat derpkirin."
Platformê bi lêv kir ku ji bo hebûn û mafê jinan polîtîkayek xurt nayê pşxistin û ev tişt anîn ziman: "Ger daxuyaniyên ku şîdetê kûr dikin nehatibana dayîn dê hevala me Ayşegul rastî êrîşê nehatiba. Gotinên serokwezîr tê wateya mudaxelaya qadên jinan. Divê serokwezîr daxuyaniya xwe paşde bikişîne û divê hikûmet dest ji polîtîkayên xwe yên li hemberî jinan berde."
Platformê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin: "Darizandina kesê ku êrîşî Ayşegulê kiriye bi saya têkoşîna jinane. Ger piçek be jî şîted û cînayetên jinan hatibin kêm kirin, edalet hatibe cih ev bi saya jinên ku têdikoşin û li ber xwe didine. Em carek din dibêjin em ê dest ji maf û azadiya xwe bernedin. Em ê li hemberî binpêkirinên mafan, şîdeta li ser jian û cinayetan tu caran bêdeng nemînin. Dê têkoşîna me berdewam bike."
(mb)