DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Siyasetmedarên kurd li Hewlerê peyama hevpar dan

 
22 Îlon
16:46 2016

HEWLER (DÎHA) - Heyeta HDP’ê serdana navenda Giştî ya PDK’ê ya li Hewlêr kir. Heyet ji aliyê Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî û rayedarên PDK’ê ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê Selahettîn Demîrtaş û Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî peyama hevpar dan.

Heyeta HDP’ê Navenda Giştî ya PDK’ê ya li navçeya Pîrmam a Hewlêrê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî û rayedarên PDK’ê ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê Selahettîn Demîrtaş û Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî daxuyanî dan. Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî diyar kir ku civîna wan ya ligel şandeya HDP'ê dîrokiye û got; "Pêwîste hêzên Kurd yekîtiya xwe xurt bikin. Bi xebatên civakî re siyasetê bikin. Hevdîtin û civînên bi HDP'ê re bersivekê dîrokî bû, ji kesên xêrnexwaz re. Xalên me yên hev beş ên ligel HDP'ê gelekin. Me bi germî pêşwaziya şanda wan kir. Dîtinên baş ligel wan hene."

Mîranî destnîşan kir ku divê kurd û partiyên kurdan li hev xwedî derkevin û destê hev bigirin û wiha domand; "Em hemû ji bo ku kêmasiyên xwe çareser bikin çi ji destê me bê em ê bikin. Danûstendin û diyaloga di navbera kurdan de îradeya kurdan xurtir dike. Divê li çar parçeyan kurd piştevaniya kurdan bikin. Hatina HDP'ê hewldanekî rêya raste ji bo bikarin planên dijmin vale derbixîn. Pêwîste em piştgiriya yek bigirîn da ku em doza gelê xwe bi ser bixînû bi gihîn mafên xwe."

'Pêwîste di nava partiyên Kurdistanî de lihevkirineke netewî pêk were'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrttaş jî diyar kir ku pêwîste diyaloga di navbera Kurdan de zêdetir bibe û got: "PDK'ê amadebûna xwe ya ji bo piştgiriya her karekê nîşan da. Ev yek jî girînge. Pêwîste em xelkê piştrast bikin ku her çend ku îdeolojî yên cûda hebîn jî lê divê nêzîkbûna me bi hêzkirina demokrasî û biratiyê be. Pêwîste di nava partiyên Kurdistanî de lihevkirina netewî pêk were."

'Divê em bihev re xizmeta gel bikin'

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Armanca vê serdana me ewe ku em bikarin di mijara navbeynkarîkirina aliyên Kurdî de rolekê bileyîzin. Ev nakokî, ne nakokiyên wisanin ku nekarin bêne çareserkirin. Her çend di warê fikrî de cûdahiyên me hebin jî, di gelek mijaran de nêrînên me hevbeş in. Divê em bihev re xizmeta gel bikin.”

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN